Di teqîna li Hesekê de şervanek û 2 welatî birîndar bûn

QSD’ê da zanîn ku di teqîna li taxa Kelasê ya Hesekê de şervanekî wan û 2 welatî birîndar bûne. Hate zanîn ku birîndarek jineke 70 salî ye.

Di teqîna li Hesekê de şervanek û 2 welatî birîndar bûn
27 sibat, 2023   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser teqîna vê sibehê ya li Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da.

QSD’ê ev agahî parve kirin:

“Îro saet di 10:45’an de li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, di seyareyekê de mayinek teqiya. Di encama vê teqînê de şervanekî me birîndar bû. Her wiha 2 welatiyên sivîl ku yek ji wan jineke 70 salî ye, di encama vê teqînê de birîndar bûn.

Der heqê bûyerê de ji aliyê yekineyên me yên têkildar ve xebatên lêkolînê berdewam dikin.”