Şêniyên Qamişlo girtina deriyê Pêş Xabûr ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir

Şêniyên bajarê Qamişlo girtina deriyê Pêş Xabûr ji aliyê PDK`ê ve li pêşiya alîkariyên mirovî şermezar kir.

Şêniyên Qamişlo girtina deriyê Pêş Xabûr ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir
26 sibat, 2023   23:39
QAMIŞLO

Çarşema borî Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêveberiya deriyê Pêş Xabûr (yê li hember deriyê Sêmalka yê Rojavayê Kurdistanê) nahêle alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bibin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî di hevpeyvîneke berê ya li gel ajansa me de gotibû: “Bêyî diyarkirina sedeman, rêveberiya deriyê Pêş Xabûr nahêle alîkarî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Ev alîkarî ji aliyê hevkarên Heyva Sor a Kurd ên li derve  û  însiyatîfên gel ên Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, însiyatîfên kesayetên welatparêz û Kurd ve hatibûn şandin.”

Der barê mijarê de xelkê Qamişlo nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2023/02/26/201003_-.webp

Welatiyê bi navê Mehmûd El Hisên ê ji pêkhateya Ereb bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir ku ʹʹDeriyê sînor li pêşiya derbaskirina alîkariyan veke. Ji van siyasetên dijminane dûr kevin, ji ber ku xizmeta berjewendiyên mirovî nakin, lê xizmeta berjewendî û siyaseta dewleta Tirk dikin. Divê deriyên sînor li pêşiya derbaskirina alîkariyan bên vekirin û hesabên kesayetî bidin aliyekê.ʹʹ

`DERÎ LI PÊŞIYA REWŞÊN MIROVÎ NAYÊN GIRTIN`

/kr/uploads/files/2023/02/26/200855_-.webp

Welatiyê bi navê Ridwan Reşîd Xelef diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi alîkariyan heye ku PDK`ê di deriyê Pêş Xabûr de desteser kirine û da zanîn ku ji ber karesatê pêwîstiya tevahî herêman bi alîkariyan heye.

Xelef wiha pê de çû: “Nabe derî li pêşiya rewşên mirovî bên girtin, tenê di rewşekê de wisa dibe heke hestên mirovî û giyanê berpirsyariyê li cem rayedarên wê tune bin. Vekirina deriyê Pêş Xabûr dê bandorên vê erdhejê li ser herêmên wêranbûyî, nexasim ên zêde wêran bûne mîna Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sivik bikin.”

Xelef bang li PDK`ê kir ku li gorî hestên mirovî nêzî vê mijarê bibe.

/kr/uploads/files/2023/02/26/200935_-_1.webp

Koçbera ji Efrînê ku li Qamişlo dimîne Fehîme Mûsa kiryarên PDK`ê şermezar kirin û wiha anî ziman: “Kiryarên wê yên dijminan e. Ev kiryar roj bi roj li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Herî dawîn deriyê sînor li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo mexdûran girtin."

Fehîme Mûsa bang kir ku li şûna qetilkirina mirovan û tengavkirina dorpêça li ser herêmê, hemû deriyên sînor vekin.      

`SUCEKI JI ERDHEJE XETERTIR E`

/kr/uploads/files/2023/02/26/200918_-.webp

Welatiyê bi navê Ebduselam Ebdurehman jî girtina deriyê Pêş Xabûr ji aliyê PDK`ê ve bi sûcekî li dijî xelkê herêmê bi giştî bi nav kir û got: “Ev kiryar bi hezaran hewcedaran ji wan alîkariyan bê par dihêle. Xetereya vê kiryarê ji erdhejê zêdetir e.”

Ebdurehman di dawiyê de got: “Em dizanin ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd, helwesta hikumeta Şamê jî diyar e. Lê PDK`ê, ruxmî ku dizane erdhej çiqas bandor li gelê herêmê kiriye, dîsa jî deriyê Pêş Xabûr digire. Ev tê wê wateyê ku têkiliyên wê yên xurt bi dewleta Tirk re hene ku çi ferman lê dike, wê pêk tîne.”

)şx)

ANHA