Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin

Meclisa Efrîn û Şehbayê bi rêya komîn û meclisan zêdetirî 500 kon li mexdûrên erdhejê belav kirin.

Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
Li Şehba û Şêrawayê kon li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin
26 sibat, 2023   16:30
ŞEHBA

Piştî xebatên keşifkirina malan ku ji aliyê şaredariyê ve hatin kirin, komîn û meclisên Şehba û Şêrawayê kon li şêniyên ku malên wan ji ber erdhejê ziyan dîtîne, belav kirin.

Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê konên ku bi dest xistine, li qadan û li pêşiya malên xwe vedigirin, heta ku malên wan werin sererastkirin.

Şaredariya Gel wê madeyan li şêniyan belav bikin da ku xaniyên xwe sererast bikin, her wiha dê konan bide malbatên ku malên xetereyê çêdike.

Binsaziya kantona Şehbayê di encama şerên bi salan de lawaz bûye, lê hîna koçberên Efrînê di malên nîvkavilkirî de dijîn.

ANHA