​​​​​​​Dr. Ebdulkerîm Siko di salvegera wefata wî de hat bibîranîn

Di merasîmê bîranîna Dr. Ebdulkerîm Siko de hate gotin, Ebdulkerîm Siko jiyana xwe ji bo xizmeta civaka  xwe veqetand û têkoşîna wî ji bo gelê Kurd û pêkhateyên herêmê re bûye dîrok û mîrateyek.

​​​​​​​Dr. Ebdulkerîm Siko di salvegera wefata wî de hat bibîranîn
26 sibat, 2023   16:03
QAMIŞLO

Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî bi boneya salvegera yekemîn a koça dawîn a sekretêrê partiyê Dr. Ebdulkerîm Siko merasîmê bîranînê li hola Komeleya Jiyan a navçeya Tirbespiyê lidar xist. Endamên partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser û rêxistinên civaka sivîl ên kantona Qamişlo di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de Endamê Polîtburoya  Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî Ebdulbaqî Silêman axivî û got: "Em soz didin Ebdulkerîm Siko ku em ê têkoşînê dewam bikin heta ku civakeke azad û demokratîk ava bikin."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehêya Herêma Cizîrê Silêman Ereb anî ziman ku Ebdulkerîm Siko jiyana xwe ji bo xizmeta civaka xwe veqetand û bi hevkariya partiyên siyasî Rêveberiya Xweser û MSDʹê ava kir. Ereb got: "Ruxmî zehmetiyên kar, têkoşîna Ebdulkerîm ji gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê re bû dîrok û mîrateyek."

Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm Selac behsa taybetmendiyên Ebdulkerîm Siko kir û got, têkoşîna Siko ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirrengî bû.

Endamê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ednan Îzo got, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku Dr. Ebdulkerîm Siko ji bo pêşxistina wê kar kir, ji pirsgirêkên Sûriyeyê re çareseriya herî guncaw e.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana Ebdulkerîm Siko hat pêşandan. Nameyên sersaxiyê yên ji aliyê partiyên siyasî û kesayetan ve hatin şandin hatin xwendin. Di nav de nameya hevserokê PYDʹê Salih Muslim, Partiya Yekitiya Suryan û Partiya Roj a Demokratîk hebûn.

Di dawiyê de sekretêrê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî kurê Ebdulkerîm Siko, Ciwan Siko spasiya beşdaran kir û got: "Em malbat û partî em ê xebata xwe heta avakirina civakeke azad û demokratîk berdewam bikin."

(bb)

ANHA