Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran

Li Reqayê wênexêz û kardestiyên xwendekaran hatin pêşandan û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
Li Reqayê pêşangeha hunera xwendekaran
26 sibat, 2023   14:09
REQA

Bi armanca pêşandana hunerên xwendekaran û pêşxistina behreyên wan, Nivîsgeha Çalakiyên Dibistanan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi hevkariya Yekitiya Hunermendan pêşangeheke wênexêz û kardestiyên 300 xwendekarî vekir.

Pêşangeh li Hola Mişwar bi beşdarbûna xwendekaran, hevserok û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, endamên Yekitiya Hunermendan, Yekitiya Mamosteyan û malbatên xwendekaran hat vekirin.

Endamê Yekitiya Hunermendên Reqayê Îmad El Ehmed axivî û diyar kir ku wan ji bo pêşxistina behreyên xwendekaran ev pêşangeh vekirine û got: "Em hêvî dikin ku mîna vê pêşangehê bi domdarî werin vekirin. Em spasiya mamosteyên dikin ku xwendekaran teşwîq dikin ji bo behreyên xwe pêk bînin."

Piştre xwendekarên Dibistana Kewkeb El Tifûla ya taybet bi zarokên şehîdan stran û govend pêşkêş kirin.

Di dawiyê de 60 xwendekarên di ziman, şano, stran û wênexêzê de bi ser ketine, hatin xelatkirin.

(bb)

ANHA