5 meh e hikumeta Şamê nahêle tûpên gazê derbasî Şehbayê bibin

Derdora 5 mehan e hikumeta Şamê nahêle tûpên gazê derbasî kantona Efrîn û Şehbayê bibin ku zêdetirî 200 hezar welatî lê hene û 3 hezar malbatên mexdûrên erdhejê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berê xwe dayê.

5 meh e hikumeta Şamê nahêle tûpên gazê derbasî Şehbayê bibin
24 sibat, 2023   04:34
ŞEHBA

Li gorî Rêveberiya Depoya Gazê ya kantonê hikumeta Şamê ji 29`ê Îlona 2022`yan ve nahêle tûpên gazê derbasî kantonê bibe.

Rêveberiyê diyar kir ku mehane pêdiviya welatiyan bi 35 hezar tûpên gazê heye lê hikumeta Şamê û heta beriya girankirina dorpêça li ser kantona Efrîn û Şehbayê tenê dihêle du mehan carekê 7 hezar tûp derbas bibin. 

Li hember vê rewşê, koçberên Efrînê yên di kamp û malên nîvwêranbûyî de dimînin, neçar dimînin xwarinê li ser êgir çêkin û ava serşûştinê û yên ji bo şîrê zarokan pêwîst germ bikin. Lê ji bo êgir vêxin, plastîkan dişewitînin û ev jî bi awayekî neyînî bandorê li ser jiyana wan dike.

Her wiha di 2 mehên borî de di encama şewitandina plastîk û bermahiyan de 2 şewat li Kampa Serdem a li gundê Til Sûsin ê navçeya Ehdasê rû dan.

Dorpêça li ser kantonê, azarên koçberan zêde dike, nexasim ku ji ber erdhejê zêdetirî 3 hezar malbat ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê hatin herêmê.

Li kantona Şehba û Efrînê 5 kampên koçberên Efrînê hene; Kampa Berxwedan li navçeya Fafîn, Serdem û Efrîn li navçeya Ehdas, Şehba li navçeya Şera û Veger li navçeya Şêrawa.

(şx)

ANHA