​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin

Asuriyên Til Temirê salvegera 8′an a êrişa DAIŞ′ê li dijî Til Temirê û berxwedana li dijî wê bi bîr anî û got hevgirtina gelan rêya têkbirina DAIŞ′ê û komployên li dijî herêmê bû.

​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin
​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin
​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin
​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin
​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin
​​​​​​​Şêniyên Til Temir: Hevgirtina gelan çete têk birin
23 sibat, 2023   14:51
HESEKÊ

Meclisa Pasdarên Xabûrê-Asurî û Meclisa Gel a Asurî bi hevkariya Partiya Sûriya Demokratîk û Saziya Şehîdên Xabûrê merasîma bîranîna salvegera 8′an a êrişên çeteyên DAIŞ′ê li dijî Til Temirê li dar xist.

Merasîm li gundê Til Erboş ê li rojavayê Hesekê hate destpêkirin.

Li qada merasîmê 108 wêneyên şehîdên di berxwedana Til Temirê ya 2015′an ku 90 rojî dewam kir de hatin daliqandin. Di merasîmê de nûnerên ji partiyên siyasî, çalakgerên civakî û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Pişît gelek axaftin hatin kirin, hêzên Meclisa Parastina Xabûrê tûraneke leşkerî li dar xist.

Serokê Meclisa Gel a Asurê Ilyas Enter hemû şehîdan bi bîr anîn û wiha got: "Îro ji bo me rojeke rewş e ku gelê Asur jiya."

Enter wiha domand: "Çeteyên DAIŞ′ê bi awayekî hovane êrişî gundên me kirin, wêran kirin, mal şewitandin, gel koçber kirin û jin revandin û ew êş û azar heta roja îro di bîrewariya me de hiştin."

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Xabûrê Nînew Efram wiha got: "23′yê Sibatê ji  bo Xabûr û Til Temirê rojeke reş e. Lê bi saya fedekariyên şêniyan ku li hember rêxisitna herî teror li cîhanê sekinîne Xabûr û gundên wê bi ser ketin."

Hevserokê Partya Sûriyeya Demokratîk Nînêl Cindo jî axivî û wiha got: "Asuriyên li Til Temir û hemû cîhanê dizanîn ev êriş komployeke ji hêla dewletên herêmê û cîhanê ve pêk hatiye û armanca wan Asuriyan tune bikin û hêviyên rizgariya wan têk bibin."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Elî El Haşim berxwedana şehîdên Til Temirê bi bîr anî û wiha got: "Bi saya hevgirtina pêkhate û fikrê Rêber Ocalan û projeya neteweya demokratîk gelên herêmê li dijî terorê bi ser ket û têk bir.  Ew şehîd, şehîdên felsefeya Rêber Ocalan in."

Merasîm bi pêxisitna mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA