ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-02-2023
20 sibat, 2023   23:00

-Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Amûdê çalakiyekê li Qada Şehîd Cîhad li dar dixe, saet 10:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarê bakurê Tebqayê yên beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan a li dijî tecrîdê bûne, destnîşan kirin ku dê çalakiyên wan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker hê jî ava çemê Firatê bi ser sûriyeyî û iraqiyan de kêm dike. Ji ber wê rêjeya ava çemê Firatê pir kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîra El Weheb a Tebqayê û rûspiyê eşîra Ebû Esaf a Reqayê got divê şêniyên herêmê ji xetereyên şerê tabyet ê ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, hişyar bin. Her wiha piştgiriya xwe ji pêngavên ewlehiyê yên dijî şaneyên DAIŞ`ê re nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Çandinî û Avdanê bi piştevaniya Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeya ji nû ve amadekirina 4 stasyonên avdanê ya ji bo avdana 25 doniman li bajaroka Sosê, didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Êrişên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê der barê bikaranîna yekemîn a erdheja wêranker de gelek pirsnîşan çêkirin ku xwe ji nû ve birêxistin dike. Metirsî hene ku erdhej, hawîrdoreke guncew ji bo DAIŞ`ê li Sûriyê ava bibe. Lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamar Erkendî got DAIŞ hewl dide baweriya piştevanên xwe vegerîne, piştî ku sala borî bi bin ket.

ANALÎZ

- Erdheja Mereşê ya 6'ê Sibatê hê jî cihê xwe di rojeva cîhanê de digire. Texrîbateke mezin çêbû. Her wiha zîhniyeta rê li ber vê hilweşînê vekir û birêvebirina pêvajoya piştî hilweşînê jî teqez dê werin lêpirsînkirin. Em li mexdûrên erdhejê yên bêhêvî temaşe dikin ku li ser ekranan dibêjin 'Dewlet li ku ye?'

ANHA