​​​​​​​Li Samandagiyê malbatek di bin kavilan de maye

Li navenda erdhejê Samandagiya, gelek avahî hilweşiyan û hat diyarkirin ku malbatek di bin kavilan de maye.

​​​​​​​Li Samandagiyê malbatek di bin kavilan de maye
20 sibat, 2023   20:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hatayê ku bandoreke pir mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê çêbûbûn girtibû, îro du erdhej çêbûn. Li taxên Baglik, Tomûksûyû, Kapisûyû, û Denîzê yên navenda erdhejê Samndagiyê gelek avahî hilweşiyan.

Hat diyarkirin ku li Taxa Tomûksûyê malbatek di bin kavilan de maye. Her wiha li gelek deverên navçeyê jî erd qelişiye.

Tê gotin ku li navçeyê gelek avahî hilweşiyane.