Piştî saleke binkeftî, DAIŞ dîsa çalak dibe

Êrişên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê der barê bikaranîna yekemîn a erdheja wêranker de gelek pirsnîşan çêkirin ku xwe ji nû ve birêxistin dike. Metirsî hene ku erdhej, hawîrdoreke guncew ji bo DAIŞ`ê li Sûriyê ava bibe. Lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamar Erkendî got DAIŞ hewl dide baweriya piştevanên xwe vegerîne, piştî ku sala borî bi bin ket.

Piştî saleke binkeftî, DAIŞ dîsa çalak dibe
21 sibat, 2023   05:45
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Li gel mijulbûna cîhanê bi erdheja wêranker a li Sûriyê û Tirkiyê rû daye û di encamê de bi hezaran qurbanî, birîndar û zirarên madî çêbûn, DAIŞ`ê êrişên xwe li Sûriyê zêde kirin. Vê carê sivîl kirin hedef. Ev êriş metirsiyan çêdike ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê jê hatine derxistin dîsa belav bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê roja înê li herêma El Sexne ya rojhilatê Humsê welatiyên ku dombelan kom dikirin û bendeke hêzên hikumeta Şamê ya herêma Dibiyat kirin hedef û di encamê de 61 welatî û 7 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Ji destpêka salê ve, ev êrişa herî xwîndar e.

Ji rûdana erdhejê ve, çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê zêdetirî 3 êriş pêk anî û di encamê de b I deha welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji 10 Sibatê ve, 90 kes bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin. Di nav de welat û endamên hêzên hikumeta Şamê hene.

`VEGERANDINA BAWERIYA PIŞTEVANAN PIŞTÎ BINKEFTINÊN DI 2022`YAN DE PÊK HATINE`

Rojnamevan û lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamar Erkendî got: “DAIŞ piştî binkeftinên sala borî û ji ber ku nekarî girtîgeha Sînaa kontrol bike û endamên xwe rizgar bike, hewl dide ku baweriya alîgirên xwe vegerîne.”

Li gorî Lamar çeteyên DAIŞ`ê hemû firsendan bi kar tînin di nav de gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ûli dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mijulbûna Rûsya bi şerê li Ukraynayê, herî dawî erdheja li Sûriyê û Tirkiyê rû daye da ku sazûmaniya xwe li Sûriyê ji nû ve birêxistin bike, ji ber wê êrişên xwîndar li Sûriyê pêk anîn.

Lamar wiha domand: “Tevî şîroveya min a li jor, DAIŞ bi rêya ajandeyên xwe yên ragihandinê, dixwaze bi van êrişên xwe yên rojane li beyara Sûriyê endamên xwe zêde bike. Ruxmî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, rejîma Sûriyê û milîsên Îranê hemleyên ewlehiyê li dijî wan li dar dixin, lê dîsa jî bi hêz vedigere. Ev îsbat dike ku DAIŞ bi rêya şaneyên xwe yên veşartî, li erdnîgariyeke fireh belav e. li aliyekî din jî DAIŞ dixwaze van peyaman bide ku hîna li ser lingan e ruxmî ku cihên xwe ji dest dan.”

`JI HEDEFGIRTINA ENDAMAN BER BI HEDEFGIRTINA KOMAN`

Lamar wiha nirxandinên xwe domand: “Ji destpêka salê ve, DAIŞ di êrişên xwe de planeke nû bi kar tîne. Li şûna hedefgirtina endaman, ew koman dike hedef mîna li herêma El Sexne ya beyara Humsê pêk hatiye.”

Der barê armanca DAIŞ`ê ji êrişên li dijî sivîlan de Lamar got: “DAIŞ ji vê êrişê armanc dike sivîlan bitirsîne. Yanî wan neçar bike ber bi hundirê Sûriyê ve bi awayekî komî koçber bibin ku sînorên xwe dihesbîne. Yanî herêmê vala bike, bi awayekî serbest tev bigire û herêmên hegemoya xwe mezintir bike.”

GELO HERÊMÊN WÊRANBÛYÎ DIKARIN BIBIN JÊDERÊN VEJANDINA DAIŞ`Ê?

Li gorî çavdêran, li Sûriyê herêmên ji ber erdhejê wêran bûne, dibe di rojên bê de bibin jêdera tevgera DAIŞ`ê nexasim ku xizanî belav e û rewşa aborî û siyasî paşketî ne û piştî erdhejê aloztir bûn.

Lamar got: “Ji xwe DAIŞ li herêmên bakur rojavayê Sûriyê di nava komên li wir de belav e. Her tim hewl dide ku xizaniyê û rewşa aborî ya dijwar bi kar bîne ku piştî erdhejê dê aloztir bibe. DAIŞ dê bi hemû hêza xwe hewl bide endamên nû li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de çêke. Lê bi nêrîna min bi ser nakeve. Ji ber ku Rûsya, Îran û milîsên wê û hêzên rejîma Sûriyê hene. Alîgirên wê li wir tune ye ji bo ku fireh bibe mîna ku dema li Sûriyê û Iraqê derketiye bibe.”

Li gorî Lamar dê di çend rojên bê de êriş zêde bibin û wiha axivî: “DAIŞ beriya erdhejê çalak bû ku rojê êrişek pêk dianî çi êrişên çekdar an jî teqîn pêk tîne. Dê çalaktir bibe. Ji ber wê dê hewl bide rewşa tevlihev a piştî erdhejê bi kar bîne û êrişên xwe firehtir bike. nexasim li herêmên di bin kontrola rejîm de. Dê careke din hewl bide êrişan li dijî navendên girtina endamên xwe pêk bîne. tevliheviyê li kampên jinan û zarokên DAIŞ li herêmên QSD`ê çêke û daîreya tundiyê dê bigihêje sivîlan.”

(şx)

ANHA