​​​​​​​Li Reqayê şehîd hatin bibîranîn

80 cangoriyên azadiyê yên ku di mehên Çile û Sibatê de şehîd bûne li Reqayê hatin bibîranîn.

​​​​​​​Li Reqayê şehîd hatin bibîranîn
20 sibat, 2023   18:36
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo 80 şervanên YPG, YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku di mehên Çile û Sibatê de li deverên cuda şehîd bûne, merasîmê bîranînê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê li dar xist. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir. Piştre, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Reqayê Karewan Bekûr axivî û got, bi saya şehîdan herêm bi ewle bûye. Bekûr soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûdî jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Têkoşîna me wê bi serkeftin, azadî û pêkanîna edaletê tecîdar bibe."

Di dawiya merasîmê de toraneke leşkerî hat lidarxistin û mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(bb)

ANHA