Li Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbû – HATE NÛKIRIN

Li navçeya Defne ya Hatayê bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştre bi pileya 5,8 erdhej çêbû. Erdhej li bajar û navçeyên derdor hat hîskirin.

Li Hatayê bi pileya 6,4 û 5,8 erdhej çêbû – HATE NÛKIRIN
20 sibat, 2023   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Defne ya Hatayê li gorî saeta herêmî bi pileya 6,4 erdhej çêbû. Piştre bi pileya 5,8 erdhej çêbû. Erdhej li bajar û navçeyên derdor hat hîskirin.

Hate zanîn ku erdhej li Amed û Edeneyê hate hîskirin. Her wiha erdhej li Sûriye, Misir û Lubnanê hate hîskirin.

Resetxaneya Kandîlliyê daxuyand ku navenda erdhejê navçeya Samandag ya Hatayê.

Hat diyarkirin ku piştî erdheja bi pileya 6,4 erdhejeke din a bi pileya 5,8 çêbûye.