​​​​​​​Hêzên PDKʹê 2 jinên ciwan ên Êzidî revandine

Li kampên Başûrê Kurdistanê 2 jinên ciwan ên Êzidî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan nayê zanîn.

​​​​​​​Hêzên PDKʹê 2 jinên ciwan ên Êzidî revandine
20 sibat, 2023   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, bi sedan Êzidî hatin qetilkirin, hezaran jî hatin revandin û ewqas jî neçar man koç bikin. Ji ber êrişan bi hezaran Êzidî di kampên Başûrê Kurdistanê de bicih bûn û niha jî PDK rê nade vegerin Şengalê.

Li gorî nûçeya ANF’ê hefteya borî 2 jinên ciwan ên Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine revandin û çarenûsa wan nediyar e.

N.F.M. ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike û niha li kampa Bêrsîvê ya Zaxo ye li ser mijarê got; “Ev bû 9 sal em li wargeha Bêrsivê ya Zaxo ne. Keça min ji nava Sûka wargehê ji aliyên Pêşmergeyan ve hate revandin û heta niha em nizanin li ku derê ye.”

N.F.M. di dewamê de got; “Me serî li gelek aliyan da, lê em vala vegeriyane. Heta Meclisa Rûhanî jî tu çare ji me re ne dît. Ez ditirsim ku weke Axîn li keça min bikin.ʹʹ

Li herêma Xankê jî jina ciwan a bi Navê Viyan Ferç Silêman ji aliyê hinek kesan ve deh rojin hatiye revandin û heya niha jî çarenûsa wê nayê zanîn.

Birayê Viyan rojnamevan Dilman Ferec Silêman got; “Ev deh roj in xwişka min ji aliyê hinek komên nenas ve hatiye revandin û desthilata Başûr li hember van kiryarên ne mirovî bê deng e. Belge li ber destê me hene ku em dizanin Viyan li ku ye. Lê belê nîşanî me nakin. Me serî li Babe Şêx û Meclîsa Rûhanî jî da, lê tu çare ji bo me peyda nekirine.ʹʹ

Dilman herî dawî bang li berpirsên Êzdiyan û Meclisa Rûhanî kir û got; “Eger hûn nikaribin meseleke wisa çareser bikin çima hûn xwe dikin xwediyê Êzdiyan. Bi erkê xwe yê olî rabin. Ji derveyî Meclisa Rûhanî em bang li her kesê xêrxwaz û xwedî wijdan dikin ku li çarenûsek me bigerin.”