Şehîd Argeş Tolhildan li Helebê hat bibîranîn

Li Helebê, ji bo gerîlayê HPGʹê Remedan Bedrî Hemkê (Argeş Tolhildan) yê ku di sala 2017ʹan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, merasîmek hat lidarxistin.

Şehîd Argeş Tolhildan li Helebê hat bibîranîn
20 sibat, 2023   11:42
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo gerîlayên HPGʹê Remedan Bedrî Hemkê (Argeş Tolhildan) yê ku di sala 2017ʹan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li qada Şehîdan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê veda.

Şênî, di nav de şaneyeke YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û partiyên siyasî herikîn bin konê sersaxiyê û merasîmeke hat li darxistin.

Merasîm bi torana leşkerî ya YPG û YPJʹê dest pê kir. Piştre  bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Amîna Xidro axivî.  Amîne Xidro berxwedana gerîla silav kir û got: "Gerîla li gorî xeta Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadî û aştiyê tê dikoşin, lê dewletên emperyalîst bi hemû cûreyên çekên giran û yên qedexekirî êrişî vê berxwedanê dikin."

Amîne Xidro anî ziman ku gerîla wê bi ser bikeve û got: "Em bi hêzên xwe yên gerîla re ne. Em gav paşde neavêjin. Bi îrade û îsrara xwe em ê dijmin têk bibin, serkeftinê pêk bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

Ji fermandarên YPGʹê Şervan  Efrîn jî got: "Şehîd Argeş tev li refên gerîla bû, bi salan têkoşîn kir heta ku tev li kerwanên nemiran bû. Em bi şehadeta wî serbilind in. "

Şervan Efrîn anî ziman ku şehîd Argeş mîna hevalên xwe yên gerîla li ser fikr û projeya Rêber Abdullah Ocalan meşiya, li hemberî zihniyeta dîktator sekinî û bi şehadeta xwe ji cîhanê re îsbat kir ku îrade û perwerdeya îdeolojî ji çekê bihêztir e.

Piştî axaftinan, endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Zekiya Mistefa nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA