Rojnameyên erebî: Îsraîl li xwe mikur hat ku li Şamê baregeh kirine hedef

Rojnameyên erebî yên îro derketine, bal kişand ser êrişa Îsraîlê ya li ser Şamê, rewşa Iraqê û aloziya Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Îsraîl li xwe mikur hat ku li Şamê baregeh kirine hedef
20 sibat, 2023   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹÎSRAÎLÊ BAREGEHÊN ÎRANÊ YÊN LI ŞAMÊ BOMBEBARAN KIRINʹ

Der barê êrişa Îsraîlê ya li ser nuqteyên Îranê yên li Şamê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Têkildarî êrişa duh (Yekşem) a saetên destpêkê yên sibehê ya li ser nuqteyeke ewlehiyê ya Îranê ya li taxa Kefer Sûsê ya li paytexa Sûriyeyê Şamê ku di bin çavdêriyeke xurt a ewlehiyê de, Îsraîlê tu daxuyaniyên fermî nedan ku li xwe mikur were ku ev êriş pêk aniye. Lê serokwezîr Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya hikumetê de bi awayekî neyekser li xwe mikur hat ku ev êriş bersiva êrişa balafirên bêpîlot ên Îranê ya li ser tankereke petrolê ya karsazekî îsraîlî ya berî hefteyekê ya li Kendavê bû.

Şîrovekarê leşkerî Ron Ben Yishai ji rojnameya Yedioth Ahronoth re nivîsî û diyar kir ku “Eger ev êrişeke Îsraîlê be, bersiva bombekirina keştiya Îranê ye.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişê de 15 kes hatine kuştin, jê 9 kes sûriyeyî ne (2 sivîl û 7 leşker), lê heta niha nasnameyên 6 kuştiyên din nehatine naskirin.

SOHR’ê destnîşan kir ku moşekên Îsraîlê nuqteyên milîsên Îran û Hizbullaha Lubnanê yên li devera di navbera Sit Zeyneb û Diyabiyê de kirin hedef. Di encamê de şewat û teqîn çêbûn. SOHR’ê ragihand ku li Kefer Sûsê jî herêmek û dibistaneke Îranê bûn hedef, di encamê de ziyanên madî û canî çêbûn.

Nûçegihanê AFPʹê jî ragihand ku di bombebarana li Kefer Sûsê de ziyan gihaştin avahiyeke 10 qat a niştecihan û got ziyaneke mezin gihaştiye qata jêrîn û dîwar hilweşiyan. Li gorî raporan, malên sivîlan jî wêran bûn. Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Mûzexaneyan diyar kir ku ziyan gihaştine avahiyên Keleha Şamê a dîrokî."

ʹŞERÊ DI NAVBERA MALIKÎ Û HELBÛSÎ DE HEVPEYMANA SERWERIYÊ DITEQÎNEʹ

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha niîsand: “Şerê çareserkirina hesaban ê ku rêveberê Tevgera Dewleta Yasa Nûrî El Malikî li dijî serokê parlamentoyê Mihemed El Helbûsî ragihandiye, ber bi dawiyê ve diçe. Ev yek piştî têkçûna Hevpeymana Serweriyê ya ku ji Partiya Pêşverû ya bi serokatiya Helbûsî û Hevpeymana Ezim a bi serokatiya Xemîs Xencer pêk hat, her wiha piştî vekişîna 5 parlamenteran ji Partiya Pêşverû, pêk hat.

Malikî hewl dide bandora Helbûsî têk bibe û wî wek rêveberê blokeke sunnî dûr bixe, da ku parçebûna di navbera hevbendiyên eşîrî, partiyên biçûk ên hevrik û kesayetên dijber ên nakok de çareser bike, lê dibe ku mayîna wê li rex Çarçoveya Hemahengiyê ya bi serokatiya El El Malikî mîsoger bibe.

Hevbendiya Helbûsî û Sedr pêngavek bû. Ji ber vê hevbendiyê Malikî biryarek da ku Helbûsî ji nexşeya siyasî ya sunnî dûr bixe, mîna ku serokê parlamantoyê Ûsama El Necefî ku di navbera 2010-2014ʹan de dûr xist.

Ji rêveberên Partiya Pêşverû parlamenter Heybet Helbûsî ragihand ku di demeke nêzîk de dê Hevpeymana Serweriyê bi dawî bibe û sedem spart vê yekê ku ʹşirîkên hevpeymanê (Hevpeymana Ezim) li gorî peyman û nirxên nîştimanî tev nagerin, berjewendiyên kesayetî esas digirin, gelek şirîkên hevpeymanê ji lihevkirinên siyasî dûr ketine û hewl didin parçebûneke siyasî çi li parlamentoyê be yan jî parêzgehên ku ew nûnertiya wan dikin, biafirînin.ʹ

Alîgirên Malikî û dijberên Helbûsî dibêjin sedema vekişandina wan ji vê hevpeymanê ew e ku desthilat di destê aliyekî tenê de ye û biryar têne dayîn bêyî ku li aliyên din ên siyasî yan jî endamên partiyekê û yên hevalbendanên wê vegerin.”

‘LUBNAN: ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ Û ALOZIYÊN HUNDIRÎN’

Girêdayî rojeva Lubnanê jî rojnameya El Beyan nivîsand: "Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, di demeke nêzîk de dê lîsteyeke cezayan li dijî parlamenter, wezîr û rayedarên Lubnanê yên ku nahêlin hilbijartinên serokatiyê pêk werin, were derxistin. Li gel vê, sernavê yekane yê dîmenê hundirîn ê siyasî, ‘felcbûn û astengkirin’ e.

Di aliyê aborî de jî, li gorî agahiyan banka Lubnanê li benda bidawîkirina greva bankan e da ku tedbîrên li hemberî bilindbûna nirxê dolar li sûkên reş bigire. Tê texmînkirin ku hefteya bê karê bankan dîsa dest pê bike û bi vê yekê dê rê li ber tevliheviyeke civakî were girtin."

(bb)