YRA bi rojnamevanan re rêbazên pêşxistina karê ragihandinê nîqaş kir

Ji bo nîqaşkirina rewşa ragihandinê û pêşxistina wê, Yekitiya Ragihandina Azad, îro civînek ji rojnamevanan re li dar xist.

YRA bi rojnamevanan re rêbazên pêşxistina karê ragihandinê nîqaş kir
19 sibat, 2023   14:21
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi armanca nîqaşkirina astengiyên li pêşiya qada ragihandinê derdikevin û ji bo pêşxistina vê qadê, li Parka Xwendinê ya Qamişlo bi beşdariya endamên saziyên ragihandinê civînek li dar xist.

Di civînê de hevserokê YRA Dilyar Cizîrî axivî û got. “Em ji lidarxistina mîna vê civînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dikin ku rewşa ragihandinê li herêmê û vê qadê bi pêş bixin. “

Piştre beşdaran astengî û zehmetiyên ku li pêşiya kar û xebatên rojnamevanan derdikevin bi bîr xistin wek nebûna koordîneyê di navbera saziyan de. Her wiha pêwîstiya meşandina kar û xebatan li gorî pîvan û qanûnên yekitiyê destnîşan kir.

Di nîqaşan de beşdaran lidarxistina dewreyên pîşeyî (meslekî) ji bo hemû rojnamevanan pêşniyar kir.

Çaverêye ku piştî lidarxistina civînan li hemû bajaran, encamnameyek bê derxistin ku kar û xebatên ragihandinê li herêmê bi pêş dixe.

(şx)

ANHA