Dewleta dagirker erdhejê ji bo guhertina demogafiya îstismar dike

Dewleta Tirk a dagirker erdheja di 6′ê Sibatê de çêbûye ji bo temamkirina valakirina Efrînê ji şêniyên wê yên resen û guhartina demografiyayê, îstismar dike. Ajansa me wêneyên kampên ku dagirkeran li Cindirêsê û derdora Efrînê ava kirine, bi dest xistin.

Dewleta dagirker erdhejê ji bo guhertina demogafiya îstismar dike
Dewleta dagirker erdhejê ji bo guhertina demogafiya îstismar dike
Dewleta dagirker erdhejê ji bo guhertina demogafiya îstismar dike
19 sibat, 2023   11:33
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û komeleyên îxwanî guhartina demgorafiyaya kantona Efrînê ya dagirkirî dewam dikin û erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê û Sûriyeyê pêk hatiye, îstismsar dikin.

Çavkaniyekî taybet ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca valakirina navçeyê ji şêniyên resen û bicihkirina biyaniyan li şûna wan, li derdora navçeyê û navenda Efrînê kampan ava dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gefa birina wan ji bo kampên tên avakirin li hin malbatên ku qebûl nekirin malên xwe biterkînin, xwar.

Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker erdhejê ji bo guhartina demografîk û avakirina mêtîngehan li Efrînê, bi kar tîne.

(fr/cx)

ANHA