​​​​​​​Dewleta Tirk êrişên dijî qadên berxwedanê didomîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 69 caran bombe li qadên berxwedanê barandiye.

​​​​​​​Dewleta Tirk êrişên dijî qadên berxwedanê didomîne
19 sibat, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker êrişên li ser hêzên me yên ku di pozîsyona xwe de ne, dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne 6 caran bi balafirên şer û 63 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin. "

Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê;

16'ê Sibatê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran êriş birin ser hêzên me. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên me yên berxwedanê bi obus, tank û çekên giran 63 caran hatin bombekirin."