Mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tê belavkirin

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê dest bi belavkirina 25 lître mazot li şêniyên herêmê kir.

Mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tê belavkirin
Mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tê belavkirin
Mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tê belavkirin
Mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê tê belavkirin
19 sibat, 2023   10:03
ŞEHBA

Duh, alîkariyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandibûn, gihaştin kantona Şehba, taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û herêmên hikumeta Şamê.

Piştî wergirtina sotemeniyê, Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê bi hevkariya meclis û komînan dest bi belavkirina 25 lître mazot li koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê kir.

Tê payîn ku belavkirina mazotê di du rojan de bi dawî bibe. Mazot niha li navçeya Fafînê û gundên wê tê belavkirin.

(fr)

ANHA