​​​​​​​2 bira hunera lêdana def û zirneyê diparêzin

Pir kêm ji kesên li herêmê li def û zirneyê didin, heta roja îro vê hunerê diparêzin. Mihemed Xilo û Mehmûd Xilo yên bira yên ji Amûdê, hîna di şahiyan de li zirne û defê didin û vê hunerê diparêzin.

​​​​​​​2 bira hunera lêdana def û zirneyê diparêzin
19 sibat, 2023   01:53
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ger rojekê rêya te ber bi navçeya Amûdê ya Qamişloyê ket, tu ji bo guhdarkirina lêdana zirne û defê ji hêla Mehmûd Xilo (68) û Mihemed Xilo (65) ve dudilî nabî. Her du bira muzîkên folklorîk ên kurdî yên resen lê didin.

Mehmûd Xilo ji gundê Colî yê başûrê Amûdê ye. Bavê 6 kur û 4 keçan e. Lêdana zirneyê ji bavê xwe wergirt. Heta roja îro hunera lêdana vê amûrê ku amûreke herî kevn e, diparêze.

Mehmûd Xilo di lêdana vê pîşeya xwe de, desteka ji bo malbata xwe û parastina hunera kurdî, tevî birayê xwe û zarokên xwe dibîne. Mehmûd Xilo tevî malbata xwe ji 30 salî ve ji gund çûye Amûdê.

‘JI BER KU EZ KURD IM…’

/kr/uploads/files/2023/02/18/191927_-.webp

Mehmûd Xilo da zanîn nifşê niha bi coş li zirneyê guhdar nake û wiha got: "Lê ruxmî wê yekê ez heta roja îro pê ve girêdayî me. Ji ber ku ez Kurd im û ev folklora gelê min ê kevn e û ji erka min e parastina wê bikim."

Mehmûd Xilo tevî birayê xwe Mihemed Xilo di bone û dîlanên Kurdan ên li piranî herêmên Cizîrê de li def û zirneyê didin. Di vê dema niha de li herêmê kesên mîna wan pir kêm in.

Xilo wiha domand: "Berê ev bone xwedî nirxekî mezin bûn. Me bi rojan û saetên dirêj bêyî westan li zirneyê dida, ruxmî ku lêdana zirneyê nefeseke dirêj dixwest. Gelê me bi rojan li ber zirne û defê govend digirt."

PARASTINA MÎRASÊ

Xilo wiha pê de çû: "Tê bîra min, di dîlanekê de min 2 rojan li pey hev li zirneyê da. Lê rewş hate guhartin, pê re jî urf û adat jî hatin guhartin."

Xilo têkildarî dîroka zirneyê li gel Kurdan ev tişt anî ziman: "Ev amûreke kurdî ya resen e. Dûre di nava gelên cîhanê de belav bû. Ji bo ragihandina serkeftinê di şerên navbera eşîran de yan jî hişyarkirina şêniyan li ser êrişan, dihat bikaranîn."

Mehmûd Xilo bang li zirnejenan kir ku ruxmî hemû rewş û astengiyan vê pîşeyê biparêzin û wiha got: "Ji ber ku me ev pîşe ji bav û kalên xwe wergirt. Min pir xwest zarok û dostên xwe fêr bikim, lê qebûl nekirin. Ji ber ku fêrî dengê alavên nûjen bûne."

′LÊDAN JI DIL VE YE′

/kr/uploads/files/2023/02/18/191908_-.webp

Birayê Mehmûd ê biçûk, Mihemed Xilo jî ku zêdetirî 40 salî ye li defê dide, wiha got: "Min çavên xwe li ser dengên amûrên muzîkê ku bavê min lê didan, vekirin. Dema ez mezin bûm, ez pê re diçûm dîlanên li herêmê. Piştre tevî birayê xwe Mehmûd fêrî lêdana defê bûm."

Em li Hola Beylesan a Amûdê bi Mihemed û Mehmûd Xilo re civiyan. Mihemed Xilo têkildarî hestên xwe yên têkildarî lêdana defê wiha axivî: "Lêdana li amûrên muzîkê ji dil tê. Ji lew re ger tu ket vê rêyê tu nikarî careke din dev jê berdî. Mixabin îro zarokên me fêrî amûrên nûjen bûne û ji folklora xwe bi dûr ketine."

′EZ DEFÊ BI MALA XWE NADIM′

Bi rûkenî Mihemed destê xwe radike û wiha dibêje: "Ev defa li rex min, a bavê min e. Wî ji kalê xwe wergirt. Lê dengê defa min resen e û ji hemû defên nûjen cuda ye. Ew ji çermê bizinan hatiye çêkirin. Ji lew re parastina wê dikim û bi mala xwe nadim."

Mihemed Xilo wiha dawî li gotina xwe anî: "Mezinên me navê ′defa hawariyê′ li vê amûra muzîkê dikir. Lêdana wê nîşaneya dîlan an jî şerekî bû. Gotineke gelêrî li herêmê heye, dibêje; ‘dengê defê ji dûr ve xweş e’. Lê ez jî dengê wê çi dûr çi nêzîk, xweş dibînim."

(fr)

ANHA