Ji ber dorpêçê bi amûrên besît avahiyan hildiweşînin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ku Firqeya 4`an a hikumeta şamê dorpêçeke tangav li her du taxan ferz kiriye û nahêle wesayîtên pêwîst derbasî her du taxan bibe, bi amûrên besît avahiyên bi hilweşîne re rû bi rû ne, hildiweşîne.

Ji ber dorpêçê bi amûrên besît avahiyan hildiweşînin
Ji ber dorpêçê bi amûrên besît avahiyan hildiweşînin
Ji ber dorpêçê bi amûrên besît avahiyan hildiweşînin
Ji ber dorpêçê bi amûrên besît avahiyan hildiweşînin
Ji ber dorpêçê bi amûrên besît avahiyan hildiweşînin
19 sibat, 2023   03:25
HELEB

Piştî ku Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye avahiyên li her du taxan keşf kirin û avahiyên ku divê werin hilweşandin diyar kirin, Şaredariya Gel ji bo hilweşandina avahiyan tîmek erkdar kir. Ji ber ku Firqeya 4`an nahêle wesayîtên pêwîst derbasî her du taxan bibin, endamên tîmê neçar mane ku bi amûrên besît avahiyan hilweşînin.

Li gorî rapora Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a her du taxan, heta niha 5 avahî hilweşîne, pêwîstiya 12 avahiyan bi hilweşandinê heye.

/kr/uploads/files/2023/02/18/191749_-.webp

Der barê mijarê de karkerê Şaredariya Gel Hisên El Casim got: “Piştî erdhejê, em derketin ji bo ku şêniyan ji bin kavilan xilas bikin û bibin nexweşxaneyan. Piştre şaredariyê, avahî keşf kirin. Niha jî avahiyan zirar dîtine hildweşîne.”

El Casim destnîşan kir ku ji ber dorpêçê derfetên li ber destê wan kêm in û li gorî wan derfetan kar dikin.

El Casim dorpêça li ser her du taxan şermezar kir û got: “Ji ber dorpêçê, wesayîtên mezin ên ji bo hilweşandina avahiyan pêwîst in, derbasî her du taxan nabin. Heke hebin, rewş dê baştir be. Ruxmî wê jî em hewl didin xizmeta gelê xwe bikin.”

Ji 5 salan ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dorpêçeke giran û tengav heye. Heta di rewşên wisa awarte de ev dorpêç bi dawî nebû.

(şx)

ANHA