Êrişên artêşa Tirk ên li dijî gerîla dewam dikin

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên gerîla dewam dikin. Dagirkeran 38 caran bi helîkopter, tank, obus û çekên giran bombe li qadên gerîla barandin.

Êrişên artêşa Tirk ên li dijî gerîla dewam dikin
17 sibat, 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. HPG’ê ev agahî parve kirin:

"Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên di pozîsyona parastinê de ne, êrişan dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne, 38 caran bi helîkopterên êrişê, tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

Li herêma Zapê,

16'ê Sibatê hêzên dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê êrişî hêzên me kirin. Hêzên me yên YJA Starê jî di çarçoveya parastina rewa de li dagirkeran da. Sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke jammer hatin îmhakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

16'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amêdiyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 4 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

16'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amêdiyê 34 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."