Alîkarî hê jî negihaştine Şehba û Helebê

Alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê şandine, hê jî negihaştinê.

Alîkarî hê jî negihaştine Şehba û Helebê
16 sibat, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (15`ê Sibatê) saet di 18:00`an de 100 sehrîcên sotemeniyê di deriyê Tayihe yê Minbicê re hatin şandin.

Di navbera Minbic-Şehba-Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de tenê du saet rê heye, lê 17 saet derbas bûne û alîkarî hîna negihaştine wan deveran.

Nûçegihanên me yên Heleb û Şehbayê jî piştrast kir ku alîkarî negihaştinê. Hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser heta niha têkildarî sedema negihaştina alîkariyan tu daxuyanî nedane.

(cx)

ANHA