​​​​​​​Dewleta Tirk û hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dikin

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm da zanîn ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker hîna derbaskirina alîkariyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo herêmên wêrankirî ve têne pêşkêşkirin, asteng dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk û hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dikin
15 sibat, 2023   14:39
MINBIC

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm anî ziman ku karwanên alîkariyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên Helebê amade kirine, di roja 6ʹan de li deriyê Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de tên astengkirin.

Mele Îbrahîm got: "Em hemû hewldanan dikin da ku alîkarî derbas bibin. Duh hin kenalên têkiliyan mudaxele kir û ji me re gotin ku em dikarin 25ʹê Sibatê alîkariyan derbas bikin. Ji saetên destpêkê yên sibehê ve em li bende ku navbeynkar û hikumeta Şamê agahî bidin. Beriya çend kêliyan bi rêya navbeynkaran têkilî hat dayîn. Ji me re gotin ku aliyên hikumeta Şamê yên bi vî karî mijul dibin bersiva nedan. Piştre diyar  bû îro jî alîkarî derbas nabin."

Mele Îbrahîm da zanîn ku beriya niha hikumeta Şamê şert li hemberî derbaskirina alîkariyan danîbû  û got: "Hikumeta Şamê şert danîbû ku ji sedî 70 parên sotemeniyê yên Rêveberiya Xweser bi dest bixîne ji bo ku derbasî herêmên xwe bike, lê piştî ku navbeynkar mudaxele kir, hikumeta Şamê bersiv neda.ʹʹ

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku ji 8ʹê Sibatê ve 30 tankarên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê amade kirine, li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û bajarê Cerablus ê dagirkirî de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine astengkirin.

Ciwan Mele Îbrahîm got: "Derdora 146 kamyonên alîkariyê yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê yên bakurê rojavayê Sûriyeyê derbas bûn. Ev alîkarî bi desteka Rêveberiya Xweser di deriyê Um Cilûd û Ewn Dadat ên di navbera Minbicê û herêmên dagirkirî de derbas bûn. Piştî derbasbûna van alîkariyan têkilî bi aliyên din ên bakurê rojavayê Sûriyeyê re qut bûn."

Mele Îbrahîm diyar kir ku herêmên wêrankirî çi yên bakur û rojavayê Sûriyeyê bin an jî yên di bin serweriya hikumeta Şamê de bin pêwîstiya wan bi sotemeniyê heye û got: "Rêgirtina li ber derbasbûna alîkariyan zihniyeta desthilatdar a herdu aliyan nîşan dide. Nîşan dide ku ev alî bi êşa gel nafikirin."

Endamê Maseya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm di dawiyê de anî ziman ku ew ê hewldanên xwe dewam bikin heta ku alîkarî derbas bibin.

) bb)

ANHA