Hilweşandina pergala Îmraliyê bingeha azadkirina gelan e - Hêvîdar XALID

Hilweşandina pergala Îmraliyê bingeha azadkirina gelan e - Hêvîdar XALID
15 sibat, 2023   00:47

15ʹê Sibata 1999ʹan de Rêber Abdullah Ocalan di encama komployeke qirêjî de hat revandin û radestî dewleta Tirk a faşîst hat kirin. Ev 24 sal e Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ragirtî ye û nava di mercên siyasî yên dijwar û tecrîdeke girankirî de dijî. Ji zêdetirî 22 mehan ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Heta niha 33 daxwazên parêzer û malbatan ên dîtina wî hatine redkirin. Ji wê demê ve têkiliyên Rêber Ocalan bi derve re hatine birîn. Peywendiya herî dawîn ya Rêber Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê ya bi birayê xwe Mihemed Ocalan re, di 25ʹê Adara 2021ʹê de bû. Dewleta Tirk a faşîst bi rêya sîstema ku li Îmraliyê ava kiriye, tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî didomîne. Ev sîstem ku mîna wê li tevahî cîhanê nehatiye avakirin, bi hevkariya pergala global a serwer tê meşandin.

Ji roja revandina Rêber Abdullah Ocalan ve, li her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û deverên din ên cîhanê gelê Kurd û dostên wî ji bo bidawîkirina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî di nava têkoşîneke destanî û dîrokî de ne ku li hemû qadan tê raberkirin.

Li beramberî wê di serî de rejîma Tirk, hêzên hegemonîk ên cîhanê û sîstemên desthilatdar ên li herêmê bi hemû rê û rêbazan hewl didin xeta Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî yên ku banga jiyana hevbeş, parastina nasname û ziman û hebûna hemû pêkhateyan dikin, ji holê rakin. Ev hêz ramanên Rêber Ocalan wekî gefeke îdeolojîk li ser siyaset û planên xwe yên kontrolkirina cîhanê dibînin.

Rêber Abdullah Ocalan di felsefeya xwe de rêgeza azadiya jinan, nirxên şaristanî yên demokratîk û civaka ekolojî esas digire. Felsefeya Rêber Ocalan ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareseriyê peyda dike û li ser pergalên xwedî zîhniyeta totalîter a ku bi hêza çekê destwerdanê li hemû qadên jiyanê dike, xetere ye. Her wiha ev felsefe li hember hemû hêzên ewropî û rojavayî derbeyeke xurt e ku hewl didin îradeya gelên bidest, gelê berxwedêr û mirovên azad têk bibin.

Îdeolojiya demokratîk, pirrengiya çandî û jiyana hevbeş a ku Rêber Abdullah Ocalan pê bang dike, li dijî siyasetên hêzên hegemonîk ên cîhanê ye. Ji ber vê yekê van hêzan Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah pêk anî. Van hêzan herêma Rojhilata Navîn kirin navenda şer û nakokiyên domdar da ku berjewendî û siyasetên xwe li herêmê pêk bînin. Van hêzan bi hemû rê û rêbazên dermirovî û derqanûnî û derexlaqî hewl da têkoşîna îdeolojîk a Rêbertî têk bibin da ku civakeke demokratîk a ku xwe bi xwe xwe bi rê ve bibe, neyê avakirin.

Ji 50 salî ve Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke rasteqîne ji bo aştiyê dimeşîne. Rêber Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî ya di gîrtîgeha Îmraliyê de ku ev 24 sal e dewam dike, hemû planên hêzên cîhanî yên li dijî gelê Kurd û tevahî mirovahiyê pûç kirin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û dewletên din ên cîhanê gelê Kurd, bi taybet jinên Kurd ên birêxistinkirî têkoşîneke şoreşgerî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin. Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo tevahî lêgerên heqîqet û edaletê û ji bo tevahî mirovahiyê tê dikoşe.

Gelê Kurd û dostên wî têkoşînê didomînin da ku zextê li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên girtiyên siyasî bikin, ji bo ku ji bêdengiya xwe ya li hemberî binpêkirinên li dijî Rêbertî derkevin. Her wiha ji bo teşhîkirina kiryarên dermirovî û derqanûnî yên ku rejîma Tirk li dijî Rêbertî pêk bîne, kedeke mezin didin. Dîsa jî gelek însiyatîfên binirx ên girîng hatin ragihandin. Armanc ji van insiyatîfan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û bo balê bikişînin ser siyasetên tecrîdê yên ku hêzên komploger dimeşînin. Her wiha ji bo ku balê bikişînin ser vê xala girîng ku hiştina Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tê wateya qetilkirina dîroka mirovahiyê û tecrîd tê wateya dubarekirina qetilkirina dîrokê.

Gelê Kurd van sûcên li dijî dîrokê qebûl nake. Bêdengî tê wateya hevkariya di van sûcan de. Li ser vê yekê divê her kes li gorî rihê mirovahî yê dîrokî kar bike, bêdengî yanî mirina dîrokî ya mirovahiyê ye. Siyaseta dîlgirtin û tecrîdê îradeya me lawaz nake. Lê divê ji her demê bêhtir têkoşîn were xurtkirin.

Tevî êrişên domdar ên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê yên li ser gelê Kurd, lê ev gel ji bo azadiya xwe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li ber xwe dide. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya jin, civak û tevahî mirovahiyê. Her kes ji pêkanîna azadiya Rêber Ocalan berpirsyar e, nabe tu kes ji vê erka dîrokî bireve. Jiyaneke azad û birûmet bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Roj bi roj bangên azadkirina fîzîkî ya Rêber Ocalan û sekna li hemberî siyasetên qirkirinê yên sîstematîk ên li dijî gelê Kurd zêde dibin. Her kes tê gihîşt ku siyaseta tecrîdê tê wateya mayîna herêmê di rewşa şer, tevlihevî û wêrankirinê de.

Ruxmî dijwariya êrişên kîmyewî, sûcên şer û polîtîkayên dijminane yên desthilata faşîst a AKPʹê yên li dijî jinên Kurd, gelê Kurd kêliyekê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê nesekinandiye. Lê di dema guncaw de bersiv dan û êriş têk birin. Jinên Kurd û gelê Kurd serî ji siyasetên qirkirinê re netewand.

Desthilata faşîst a Tirk li Bakurê Kurdistanê rojane operasyonên qirkirina siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd dimeşîne. Herî dawî di nav de nûçegihana Ajansa JINHA û rêveberê nivîsgeha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û bi dehan çalakvanên Kurd destgîr kirin.

Ev binpêkirin û siyaset berdewema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan e. Ji bo têkbirina komployê û şikandina tecrîda ser li ser gelê Kurd û jinên Kurd bi taybet, divê têkoşîna îdeolojîk, rêxistinî û hiqûqî were xurtkirin. Ji ber ku azadiya fîzîkî ya Ocalan dê çareseriyan ji aloziyên li herêmê re bîne.

Jinên Kurd ne tenê li Kurdistanê, lê belê li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê pêşengiyê ji têkoşîneke fikrî re dikin. Îdeolojiya Tevgera Jinên Kurdistanê bûye milkê tevahî jinên cîhanê û tevahî mirovên ji bo azadî û jiyaneke birûmet tî ne.

(bb)