Meşa Ciwanan ber bi navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê berdewam e

Meşa dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja duyemîn de berdewam e.

Meşa Ciwanan ber bi navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê berdewam e
14 sibat, 2023   14:12
KOBANÊ

Meşa dirêj duh bi sibê ji pêşiya depoyên gundê Rûvî yê başûrê bajarê Kobanê dest pê kir. Ciwanan ber bi naverasta bajarokê Til Xezal ve meşiyan û ber êvarê gihaştin bajarokê. Şeva xwe li wir derbas kirin û piştre îro bi sibê ber bi naverasta navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê ve dest bi meşê kir.

Ciwan dê şeva xwe li navçeya Şêran derbas bikin û roja din bi sibê heta naverasta Kobanê bimeşin ku dê li wir xwepêşandaneke navendî were lidarxistin.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temê ji ajansa me re axivî û got: “Ne tenê Tirkiye Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî, lê belê destê Rûsya, Amerîkay û gelek dewletên din di komployê de heye. Armanca wê jî, dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û qirkirina kurdan e.”

Firyal destnîşan kir ku çalakiyên wan berdewam in heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Ciwan dê 20 kîlometreyan heta Kobanê bimeşin û sibe çarşemê di salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî de xwepêşandaneke navendî lidar bixin.

(şx)

ANHA