Çeteyan hewl da pitika mexdûra erdhejê birevînin û bifiroşin efserekî hikumeta Şamê

Komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser nexweşxaneyeke Efrînê de girt û hewl da pitika bi navê ‘Aya’ ku li Cindirêsê di nava enqazan de hatibû dinê, birevînin û bifiroşin efserekî hikumeta Şamê.

Çeteyan hewl da pitika mexdûra erdhejê birevînin û bifiroşin efserekî hikumeta Şamê
14 sibat, 2023   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komeke girêdayî çeteyên “Sultan Murad” girt ser Nexweşxaneya Cîhan a li Efrîna dagirkirî û destdirêjî li gerînendeyê nexweşxaneyê û kadroyên tendursitiyê kir. Çeteyan hewl da pitika bi navê “Aya” birevînin û li hember pereyan bidin hikumeta Şamê.

Pitika bi navê Aya li Cindirêsê hat dinê û malbat û xizmên wê di erdhejê de mirine.

SOHR`ê destnîşan kir ku efserekî Koşka Komarê ya girêdayî hikumeta Şamê pereyên zêde dane da ku pitikê bibe cem xwe. Pitika navborî ku di nava enqazan de hatibû dinê, li ser malperên medyaya dijîtal deng veda. Ji lew re hikumeta Şamê dixwaze nîşan bide ku ew zarok li herêmên wê ye.

(cx)