Li Reqayê 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin

Li Reqayê 40 dibistan ji ber erdhejê ziyan dîtine. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê ragihand ku ev dibistan wê heta 1ʹê Adarê dikevin betlaneyê.

Li Reqayê 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin
Li Reqayê 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin
Li Reqayê 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin
Li Reqayê 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin
Li Reqayê 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin
14 sibat, 2023   10:59
REQA

Piştî erdhejê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê dest bi xebatên keşifkirina endazyarî kir. Di encama keşifkirinê de diyar bû ku avahiyên 40 dibistanan qelişîne. Li ser vê yekê komîteyê perwerdeya li van dibistanan heta 1ʹê Adarê sekinand.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Zilîxa Ebdî diyar kir ku piştî erdhejê, komîteyê bi hevkariya Meclisa Sivîl a REqa û Odeya Endazyaran a Reqayê komîteyek ji bo keşifkirina dibistanan ava kir.

Zîlxa Ebdî bi bîr xist ku dibistanên ku perwerde lê hatine rawestandin, di pênava Rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞʹê de hatibûn topbarankirin û di encama erdhejê de avahiyên wan qelişîn.

Zilîxa Ebdî got, 40 dibistan heta 1ʹê Adarê tên girtin û anî ziman ku bi girtina dibistanan re 28 hezar xwendekar ji perwerdeyê qut dibin.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê behsa astengiyên li pêşiya xebatên komîteyê kir û got: " Em gelek zehmetiyan di dîtina alternatîfên temamkirina perwerdeyê de dikişînin. Heger dewam li van dibistanan bibin du dan jî ev têrê nakê."

Zilîxa Ebdî destnîşan kir ku koordîne bi mamosteyan re hate kirin da ku odeyeke were avakirin ji bo perwerdeyê bi rêya online were dewamkirin.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Zilîxa Ebdî diyar kir ku xebatên keşifkirina dibistanan berdewam dikin û dê encamên wan jî Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Meclisa Sivîl a Reqayê re werin şandin da ku destekê bidin komîteyê.

(bb)

ANHA