​​​​​​​Rojnameyên erebî: AKP erdhejê ji bo siyasetê bi kar tîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa polîtîzekirina erdhejê ji aliyê hikumeta AKP′ê ve, rewşa Iraqê û krîza Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: AKP erdhejê ji bo siyasetê bi kar tîne
14 sibat, 2023   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

‘FELAKETA TIRKIYEYÊ; ÎSTISMARKIRINA SIYASÎ YA EŞKERE’

Rojnameya El Axbar a Lubnanê têkildarî rewşa Tirkiyeyê wiha nivîsand: "Hejmara qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê bi lez zêde dibe û heta demeke dirêj dê hejmara dawîn neyê zanîn. Li gel bêhevîtiya rizgarkirina kesên di bin enqazan de bi saxî, xebatên rizgarkirinê li hin taxên bajarên Tirkiyeyê hatin rawestandin û xebatên derxistina cenazeyan dewam dikin.

Ruxmî ku hejmar nayê zanîn, lê bi deh hezaran cenaze di bin kavilan de ne. Hejmara qurbaniyan jî nêzî 35 hezarî, ya birîndaran jî nêzî sed hezarî dibe.

Bi derbasbûna hefteyekê di ser karesatê re, tawanbarkirina desthilatê bi xemsarî û derengmayînê, tawanbarkirina AFAD`ê jî bi binkeftinê zêdetir dibin. Têkildarî sedemên daneketina artêşê bi hêza pêwîst li meydanan, pirs derketin holê. Xuya ye ku axaftina li ser hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê ku tê payîn piştî 3 mehan werin lidarxistin, êdî ne ′şerm′ e.

Di rojnameya Cumhuriyet de Mehmet Alî Guller gotarek bi sernavê ′Saeta AKP′ê′ nivîsî. Di wê gotarê de Guller bi tundî helwestên rayedarên AKP′ê li hember erdheja 6′ê Sibatê û bandorên wê rexne dike. Guller got endamên AKP′ê derdikevin û dibêjin niha ne dema siyasetê ye. Wezîrê karên hundir Suleyman Soylu dema ji vê pirsê revî; çima hikumeta AKP′ê tedbîrên pêwîst nagire ku sedemên windahî û zirarên mezin bên zanîn?

Guller wiha dibêje: “Erdogan dixwaze li herêmên karesatê xîtaba hilbijartinan bike, lê li welatekî asayî divê îstifa kiriba. Karesat mezin e, lê dereng şandina leşkeran ji roja yekemîn de ji bo herêmên karesatê, sosretek bû.

Li kêleka rizgarkirinê û derxistina cenazeyên qurbaniyan ji bin enqazan, mijara peydakirina cihekî ji mexdûran re jî mijareke din e. Erdogan biryar da ku zanîngehên li Tirkiyeyê werin girtin û xwendin online be. Bi wê re avahiyên ku tê de xwendekar diman, hatin valakirin û tenê beşek ji malbatên mexdûr li wir hatin bicihkirin. Lê vê biryarê gelek pirs bi xwe re anîn ku gelo wê çarenûsa xwendekaran çawa be, bi taybet ên ku malbatên wan tune ne."

‘PARLAMENTOYA IRAQÊ AMADEKARIYA NÎQAŞKIRINA QANÛNA HILBIJARTINAN DIKE’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Parlamentoya Iraqê di dema bê de amadekariya biryara qanûna hilbijartinên meclisên parêzgehan ku ji çend salan ve hatiye derengxistin, dike. Di vê dawiyê de wê biryarê gelek nîqaş çêkirin.

Duh komîteya qanûnî ya parlamentoyê civîneke girtî li dar xist. Parlamenteran jî ji bo lidarxistina hilbijartinên xwecih li gel hilbijartinên parlamentoyê di roja yekşemê de îmze kom kirin.

Çavkaniyekî ji parlamentoyê yê agahdar diyar kir ku komîteya qanûnî di civîna girtî de pêşniyara guhartina qanûna meclisên parêzgehan û dozên jimareya 12′an a 2018′an nîqaş kir. Pêşniyar di rojeva parlamentoyê de ye.

Endamê komîteya qanûnê ya parlamentoya Iraqê Cewad El Yesarî got komîteya qanûnê dest bi komkirina îmzeyên parlamenteran kir ku her du qanûnên hilbijartinan ên parlamento û meclisên parêzgehan bike yek.

El Yesarî diyar kir ku di qanûnê de meyla guhartina 16 madeyan heye.

Li aliyekî din jî cîgirê yekemîn ê serokê komîteya qanûnê ya parlamentoyê Murteda El Saidî ragihand ku guhartinên herî girîng di qanûna hilbijartinên meclisên parêzgehan de ku dê di Cotmehê de bê lidarxistin, ew e ku parêzgeh li şûna sîstema gelek daîreyan bibe yek daîre."

′MEKANÎZMAYA SÊALÎ: AMADEKARIYA NAVNETEWEYÎ JI BO PIŞTGIRIYA ROJHILATÊ SÛDANÊ′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Sûdanê ev tişt nivîsand: "Nûnerê taybet bi desteya hikumetê ya navneteweyî ya têkildarî ′IGAD′ê, nûnerê mekanîzmaya sêalî ya hevbeş Îsmaîl Ways ragihand ku civata navneteweyî amade ye ku destekê bide, da ku biryarên kongreya rojhilatê Sûdanê were pêkanîn. Ji ber ku ew biryar dê nexşeya hikumeta sivîl a bê ava bike.

Xertûmê beriya 2 rojan dest bi werşeya nexşerêya îstîqrara siyasî, ewlehî û geşkirina mayînde li rojhilatê Sûdanê kir. Ew yek di çarçoveya dozên bê yên dawî yên xebata siyasî-lihevkirina awarte de ne. Dê ew yek beriya îmzekirina dawî werin nîqaşkirin. Ways di rûniştina vekirina werşeyê de li ser girîngiya dozên rojhilata Sûdanê di nexşeya siyasî ya Sûdanê de axivî.

Ways got divê aliyên li ser lihevkirina awarte îmze kirine, pabendî geşkirina îstîqrar, aştî û geşkirina mayînde ya li rojhilatê Sûdanê bin."

(fr)