​​​​​​​Alîkariyên ji hikumeta Şamê re hatine pêşkêşkirin li ku ne?

Li gel tawanbarkirina hikumeta Şamê ku alîkariyan didize û di nav sûkan de difroşe, berpirsên hikumeta Şamê li parêzgeha Helebê, alîkariyên xwarin û tenduristiyê depo dikin ku ji aliyê gelek dewletan ve ji mexdûrên erdhejê re hatine pêşkêşkirin.

​​​​​​​Alîkariyên ji hikumeta Şamê re hatine pêşkêşkirin li ku ne?
14 sibat, 2023   00:51
HELEB-MIHEMED EBDO

Çavkaniyên pêbawer li parêzgeha Helebê ragihandin ku aliyên girêdayî hikumeta Şamê û yên têkildarî wergirtina alîkariyan, di çend rojên dawîn de bi sedan barên alîkariyan wergirtin, piştî tijîbûna depoyên balafirgeha navneteweyî ya Helebê, ew veguhastin Sûk Întac a taxa Muhafeza ya Helebê.

Heman çavkaniyan gotin, heta niha alîkarî nayên belavkirin lê belê li Sûka Întaj têne depokirin.

Her wiha diyar kir ku heke alîkarî hatibin belavkirin jî, li ser bingeha ehbabçawiştî û dûrî parvekirina adil bi rêya komîteyan e.

Têkildarî jêdera alîkariyan, çavkaniya destnîşan kir ku alîkarî ji Îran, Cezaîr, Iraq in û tê de madeyên xwarin û tenduristî hene ku yekser ji xelkê Helebê re hatine şandin.

Çalakvanan li ser sosyal medya der barê sedema depokirina van alîkariyan de pirsîn. Her wiha rayedarên hikumeta Şamê tawanbar kirin ku alîkariyan di sûka reş de difroşin, piştî ku gelek wêne li ser sosyal medya belav bûn.

Ruxmî ku zirarên madî û canî yên mezin li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye çêbûn, lê heta niha tu alîkarî ji yên ji Helebê re hatine şandin, negihaştin her du taxan. 

Bi hezaran şêniyên her du taxan, li çolê dimînin ji ber ku di encama dorpêça ji aliyê Firqeya 4`an a hikumeta Şamê de hejmara konên hatine pêşkêşkirin kêm in.

Tenê Heyva Sor a Kurd alîkariyên lezgîn ji her du taxan re pêşkêş dike, lê dîsa jî têrê nake.

Tê bibîrxistin ku derdora 150 avahî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye di encama erdhejê de bi hilweşînê re rû bi rû ne. Nexasim ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê nahêle tu wesayît derbasî her du taxan bibe ji bo ku avahiyên qelişî hilweşînin.

(şx)

ANHA