Bi sedan kes dijî dorpêça hikumeta Şamê derketine xwepêşandanê

Koçberên Efrînê û xwecihên Şehbayê li dijî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê ku nahêle alîkarî, derman û sotemenî derbas bibin, derketine xwepêşandanê.

Bi sedan kes dijî dorpêça hikumeta Şamê derketine xwepêşandanê
13 sibat, 2023   11:23
 ŞEHBA

Xwepêşandanê ji çarxerêya navçeya Ehdas a kantonê bi beşdariya bi dehan koçberan û xelkê Şehbayê dest pê kir.

Xwepêşandêr ber bi benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê ya li deriyê ketina navçeya Ehdasê ve dimeşin û bênavber dirûşmeyên li dijî dorpêçê û bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên hikumeta Şamê yên dijî şêniyan, berz dikin.

Di xwepêşandanê de pankertên bi nivîsên “Şam alîkariyan ji ser gelê mexdûr ê li Şêxmeqsûd û Şehbayê qut dike” , “Na ji polîtîzekirina karên mirovî re” , “Rêxistinên miroî û dewletên demokratîk li ku ne”, “Siyaseta dorpêçê karesata mirovî girantir dike” , “Em dixwazin aliyên navneteweyî dergehan vekin û alîkariyan derbas bikin” û “Hikumeta Şamê gelê Sûriyeyê dorpêç dike” hatine bilindkirin.

Tê payîn ku li cem benda kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê daxuyaniyek were dayîn.

(cx)

ANHA