​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî alîkarî tên dizîn

Li Sûriyeyê hejmara qurbaniyên erdhejê gihaşt derdora 9 hezarî. Heta niha hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne şandin, didizin.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî alîkarî tên dizîn
13 sibat, 2023   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja duşema borî di saetên berbanga sibehê de erdhejeke dijwar bi pileya 7.7 li Bakurê Kurdistanê rû da. Erdhejê bandor li Sûriyeyê jî kir. Di encamê de bi hezaran kes bûn qurbanî û wêraniyeke mezin çêbûn.

Hate ragihandin ku li herêmên Sûriyeyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, zêdetirî 2 hezar û 167 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 2 hezar û 950 birîndar bûn. Hîna bi hezaran kes di binê enqazan de ne. Tê texmînkirin ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê eşkere kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest da, bû hezar û 414 kesî û hejmara birîndaran jî bû 2 hezar û 349. Ev bîlanço herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tenê digire nava xwe.

Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî demeke berê ragihandibû ku dibe ji ber erdhejê 5.2 milyon kes li Sûriyeyê koçber bûne.

Yekitiya Ewropayê li ser zimanê nûnerê xwe yê li Sûriyeyê Dan Stoinescu bang li hikumeta Şamê kir ku mijara alîkariyên mirovî polîtîze neke.

Tevî dijwariya vê felaketa mirovî, hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nahêlin alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, derbasî herêmên erdhejê yên Sûriyeyê bibin. Her wiha piraniya alîkariyên ku bi dehan dewletan û rêxistinên mirovî alîkarî şandine, negihaştin mexdûrên ku bê av û cih mane.

Di hin dîmenan de xuya dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên ku ji şêniyên navçeya Cindirêsê re hatine şandin, ji depoyeke li ser rêya Racoyê didizin.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, alîkariyên ku Erebistana Siûdî û Îmaratê ji bo mexdûrên erdhejê şandine, tên firotin.

(bb)