Serhildana li Rojhilat û Îranê 150 roj li pey xwe hişt

Tevî hemû astengî û êrişên dewleta Îranê, serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi şêwazên cûda berdewam dike.

Serhildana li Rojhilat û Îranê 150 roj li pey xwe hişt
13 sibat, 2023   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî destpêkiribû, di roja xwe ya 150’î de bi şêwazên cûda cûda didome.

Divê çarçoveyê de duh li bajarê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê malbata Şehryar Mihemedî ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bîranîn.

Ji destpêka xwepêşandanan ve li bajarê Bokanê herî kêm 17 kes hatine qetilkirin.

Li gor nûçeya Kolbernews, duh hêzên Îtlaetê û Îtaleta Supayê Pasdaran serdana malbatên ku zarokên wan di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin, kirine. Hêzên rejimê ji malbatan xwestine ku ew zarokên xwe wek ‘Şehîdên girêdayî desthilatê’ tomar bikin da ku muçeyê wan wergirin. Lê malbatan vê daxwaza desthilatê red kirine.

Derbarê çarenûsa kesên di xwepêşandana li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê de hatin binçavkirin jî de hat gotin, du birayên bi navên Ferhad û Ferzad Tehazade bi fermî ji aliyê dozgeriya giştî ya Urmiyê ve bi “şerê li dijî Xwedê û xerabiya li ser rûyê erdê” hatine tawanbar kirin. Tê gotin ev tomet jî metirsiya ku dadgeh cezayê bidarvekirinê li her du birayan bibire heye.

Li ser asta Îranê jî tevî astengî û zextên li ser çalakvanan nerazîbûn berdewam in. Duh Ateş Şakeremî meta Nîka Şakeremî (yek ji xwepêşandanên hatiye qetilkirin) eşkere kir dema wan cenazeyê Nîka wergirtine, dîtine ku didanên wê hatine şikandin.

Li aliyê din ji bo piştgiriya pêşniyara berpirsê Tevgera Kesk Mîr Hisên Musewî ku gotibû divê bi rêya referandûmê destûrek nû ji bo Îranê were nivîsandin, nêzî 300 çalakvanên siyasî, sivîl û akademîsyen piştgiriya xwe ji projeyê re nîşandan.