Jîna ya 11 salî jî tev li kampanyaya alîkariyê bûye

Zarokeke ji navçeya Tirbespiyê pereyên xwe ji bo mexdûrên erdehejê da û bang li şêniyan kir ku li gorî derfetên xwe tev li kampanyayên alîkariyê bibin.

Jîna ya 11 salî jî tev li kampanyaya alîkariyê bûye
13 sibat, 2023   06:46
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê ragihand. Kampanya ji aliyê meclis û komînan ve tê birêvebirin.

Zaroka bi navê Jîn Fexrî Îsamîl (11) berê xwe da konê komkirina alîkariyê ku li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Tirbespiyê ya kantona Qamişlo hatiye vedan. Jînê 50 hezar pereyê xwe xist sendoqa alîkariyê.

Jînê got: "Mexdûrên erdjehê mirovên me ne, alîkariya wan me hemûyan eleqedar dike."

Jîn Fexrî Îsamîl hêvî kir ku şêniyên navçeyê li gorî derfetên xwe alîkariyê bidin mexdûrên erdjehê.

(bb)

ANHA