Partî û rêxistinên sûrî: Divê civata navneteweyî û NY bilez sûriyên ji bin kavilan xilas bikin

Gelek partî û rêxistinên sûrî bi daxuyaniyekê bang li civata navneteweyî, rêxistinên NY û yên nehikumî kir ku bilez tev bigerin û sûriyên ji bin kavilan xilas bikin. Gavên berpirs bavêjin ku tîmên pirsporên karesatên xwezayî tevî amûrên pêwîst bişînin û korîdorên navneteweyî û mirovî û ewle vekin.

Partî û rêxistinên sûrî: Divê civata navneteweyî û NY bilez sûriyên ji bin kavilan xilas bikin
12 sibat, 2023   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibeha 6`ê Sibatê bi pileya 7.7 erdhejek li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê rû da. Di encamê de bi deh hezaran bûn qurban û bi hezaran birîndar bûn.

Gelek partî û rêxistinên sûrî ji ber rewşa herêmê û mayîna bi sedan kesan di bin kavilan de û bê cih û war, daxuyaniyek da û ev bangewazî kir:

“Di her kêliyekê de bi sedan giyan bi mirinê re rû bi rû mane. Bi sedan birîndar û welatî li Sûriyê di bin kavilan de dinalin. Ruxmî ku pêwîstiya Sûriyê bi piştgiriya navneteweyî heye. Lê heta niha helwest û însiyatîfên navneteweyî negihişt asta karesata mirovî ya li Sûriyê rû daye. Nexasim hejmara miriyan 4 hezar û 500 qurban derbas kir, lê ev bîlanço ne ya dawî ye.

Em hêz û rêxistinên ku li jêr îmze kiriye, bang li civata navneteweyî û rêxistinên NY, rêxistinên nehikumî kir ku bilez sûriyên di bin kavilan de xilas bike. Rewşa mirovî ya paşketî ya bi sed hezaran mexdûrên erdhejê rawestîne ku bi birçîbûn û sermayê re rû bi rû mane. Gavên berpirs bavêje, tîmên xilaskirinê yên pisporê karesatên xwezayî tevî amûrên pêwîst bişîne, korîdorên navneteweyî û mirovî yên ewle veke, desteka tenduristî û alîkariyên mirovî yên bilez bişîne da ku jiyana mirovan û rûmeta mirovahiyê xilas bike ku cewhera rêgez û nirxên pîvan û peymanên navneteweyî ye.”

Rêxist û hêzên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

Amargî (Komîteyên Demorkasî yên Sûriyê)

Tevgera Jinan a Siyasî ya Sûriyê

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)

Heyet Tensîq El Wateniye ya Hêzên Guhertina Demokratîk

Tevgera Nûker a Nîştimanî

Şepêla Rêya Guhertina Aştiyane ya Musalif

Partiya Demokratîk a Pêşvero ya Kurd li Sûriyê

Kongreya Nîştimanî ya Sûriyê Ji bo Vegerandina Serdestiyê û Biryarê

Însiyatîfa Nîştimanî ya Çiyayê El Ereb

Meclisa Êzidî ya Sûriyê

Partiya Demokratîk a Civakî ya Sûriyê

Rêxistina Demorkatîk a Asûrî

Tevgera Guhertinê ya Sûriyê

Heyet Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê

Bloka Sûriyan

Şepêla Nîda El Beled

Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê

Kombûna Demokratîk a Erebî

Partiya Komarî ya Sûriyê

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê-Sûriyê

Partiya Destûrî ya Sûriyê

Şepêla Welatîbûnê

Tevgera Wîfaq

Yekitiya Ciwanên Sûriya Pêşerojê

Însiyatîfa Vejandina Welat

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Wehda ya Demorkatîk a Kurd li Sûriyê

Heyet El Wataniye ya Erebî

Partiya Yekitiya Suryan

Meclisa Nîştimanî ya Suryan a Sûriyê

Partiya Demokratîk a Asûr

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partî ya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriyê

Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê

Partiya Kesek a Demokratîk

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê

Yekitiya Karkeran a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê-Partî

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partûiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Şepêla Reformê ya Sûriyê

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûriyê

Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokrat a Nîştimanî ya Sûriyê

Partiya Biratî ya Kurdistanê

Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê

Kongra Star

Yekitiya Jinan a Suryan

(şx)

ANHA