​​​​​​​Însiyatîfa Gel dema bidawîbûna hemleya îmzeyan heta dawiya Sibatê dirêj kir

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema ku ji bo hemleya komkirina îmzeyan diyar kiribû heta dawiya Sibatê dirêj kir.

​​​​​​​Însiyatîfa Gel dema bidawîbûna hemleya îmzeyan heta dawiya Sibatê dirêj kir
12 sibat, 2023   16:15
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, hemleya berhevkirina îmzeyan di 27`ê Çileyê de bi dirûşma “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin” dest pê kiribû.

Çaverêbû ku hemle di 15`ê Sibatê de bi dawî bibe ku zêdetirî 892 hezar kes tev lê bûn.

Lê ji ber ku xelkê herêmê bi berhevkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê rû da ye mijul in, însiyatîfê dema diyar a ji bo bidawîkirina hemleyê heta dawiya Sibatê dirêj kir.

Berdevka Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re eşkere kir ku ji bo ku yên dixwazin tev li hemleyê bibin, dema bidawîkirina hemleyê heta dirêjkirin.

(şx)

ANHA