SOHR: Çeteyên DAIŞʹê 11 kes kuştin

Çeteyên DAIŞʹê ji 75 kesên ku ji herêma Tedmûrê revandibûn, 11 kes kuştin.

SOHR: Çeteyên DAIŞʹê 11 kes kuştin
12 sibat, 2023   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞʹê  duh li herêma Tedmûr a rojhilatê parêzgeha Himisê 75 kesên ku kîvark kom dikirin, revandin.

SOHR da zanîn ku çeteyan ji kesên ku revandin, di nav de jinek û endamekî hêzên hikumeta Şamê, bi giştî 11 kes kuştin.