​​​​​​​Hikumeta Şamê nahêle alîkarî bikevin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şibilî diyar kir ku alîkariyên navneteweyî negihaştine her du taxan û got hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan asteng dike.

​​​​​​​Hikumeta Şamê nahêle alîkarî bikevin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
12 sibat, 2023   03:33
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Di encama erdheja dijwar a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ku bandor li herêmên Sûriyeyê jî kir, bi hezaran kes bûn qurbanî û wêraniyeke mezin çêbû.

Di encama erdhejê de, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 52 kes jî birîndar bûn. Her wiha piraniya avahiyan zirar dît û metirsî heye hin ji wan  hilweşin.

Ji bo parastina şêniyan ji xetereyên rûdana erdhejeke muhtemel, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê kon vedan, dibistan û mizgeft amade kirine da ku şênî xwe lê bigirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şibilî ji ajansa me re axivî û got: "Ji ber erdhejê taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê para xwe ji windahiyan girt. Me planek ji bo parastina şêniyan danî da ku qurbaniyên din çênebin."

El Şibilî anî ziman ku wan maseya krîzê ava kir û gelek tedbîr girtine û wiha pê de çû: "Me kon vedan, me dibistan û mizgeft ji bo hewandina şêniyên ku ji tirsa hilweşînê ji malên xwe derketine, vekirin. Her wiha me alîkarî û madeyên xwarinê pêşkêşî wan kirin."

Mirî El Şibilî da zanîn ku Heyva Sor a Kurd jî destek daye wan û got: "Heyva Sor a Kurd kon û nivîn ji şêniyan re ku malên wan ji bo bicihbûnê êdî ne guncaw in, peyda kirin. Lê hikumeta Şamê alîkarî asteng kirin."

Mirî diyar kir ku tevî rewşa karesatî jî alîkariyên navneteweyî derbasî her du taxan nebûne û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku di zûtirîn demê de alîkariyan ji her du taxan re bişînin.

(bb)

ANHA