HPG: Tevî biryara me ya bêçalakitiyê jî artêşa Tirk êrişan didomîne

HPG’ê da zanîn ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker de gerîlayek şehîd bûye û diyar kir ku “Ji bo ku gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê birînên xwe bipêçin, tevgera me biryara bêçalakitiyê da lê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser çeperên me yên berxwedanê didomîne.”

HPG: Tevî biryara me ya bêçalakitiyê jî artêşa Tirk êrişan didomîne
11 sibat, 2023   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha da zanîn:

“Ji bo ku gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn birînên xwe yên ji ber karesata hilweşîner bipêçin, tevî ku biyara ku tevgera me ji bo parastina raya giştî biryara bêçalakitiyê da jî, artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe, tank û çekên giran êrişên xwe li ser çeperên me yên berxwedanê didomîne.

‘GERÎLA MAZLÛM ŞEHÎD BÛ’

Artêşa Tirk a dagirker roja 9’ê Sibatê bi çekên giran êrişê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê kir û di encamê de hevrêyê me Mazlûm şehîd bû. Wê nasnameya hevrêyê me Mazlûm ê şehîd bû, piştre bi gel û raya giştî re bê parvekirin.

LEŞKEREKÎ TIRK HATE KUŞTIN

Hêzên me jî li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker neçar ma xwe biparêzin, dagirkerek hat cezakirin û derb li helîkoptereke êrişê hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Roja 10’ê Sibatê di saet 08.00’an de dagirkeran bi çekên giran çeperên me yên berxwedanê yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê bombe kirin. Hêzên me li dijî dagirkeran xwe parastine û di encamê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Roja 10’ê Sibatê di saet 20.00’an de hêzên me li dijî helîkoptera êrişê ya ku çeperên me yên berxwedanê ya derdora herêma Çemço ya girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê bombe dikir, xwe parastine û derb li helîkopterek êrişê hatiye xistin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî pêk anîn;

9’ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên derdora gundê Sîda ya girêdayî nahiyeya Şêladizê ya Amediyê carekê hatiye bombekirin.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

10’ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi balafirên şer hatiye bombebarankirin.

9 û 10’ê Sibatê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladizê ya Amediyê bi tank û çekên giran bi dehan caran hatiye bombekirin.”