Asayîşa Silêmaniyê di meşa li dijî komployê de 9 ciwan binçav kirin

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer duh bi şev bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî li bajaroka Tekye ya Çemçemalê meşek lidar xist. Asayîşê êriş bire ser meşê û 9 ciwanan binçav kirin.

Asayîşa Silêmaniyê di meşa li dijî komployê de 9 ciwan binçav kirin
11 sibat, 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne, Dem dema Azadiyê ye, Werin Cenga Azadiyê’, li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Abdullah Ocalan şevê din wê li bajarokê Tekye ya Çemçemal meşekê lidar xistiban. Hêzên Asayîşê êriş birin ser meşê û di encamê de 9 ciwan hatin binçavkirin.

Heta niha nayê zanîn bê ka ev ciwan li kûderê ne. Ciwan daxwaza azadkirina hevalên xwe dikin.

(cx)