​​​​​​​Karwanê alîkariyê yên Rêveberiya Xweser ber bi Tayihe ve bi rê ket

Karwanekî alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê amade kiriye, ji bajarê Minbicê ber bi deriyê Tahiye ve bi rê ket.

​​​​​​​Karwanê alîkariyê yên Rêveberiya Xweser ber bi Tayihe ve bi rê ket
10 sibat, 2023   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwanekî alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê amade kiriye, ji bajarê Minbicê ber bi deriyê Tahiye ve yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bi rê ket.

Li gorî endamê Masaya Krîzê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm alîkarî ji 50 tankerên sotmeniyê pêk tê, ber bi deriyê Tahiye ve bi rê ket.

Eger hikumeta Şamê destûra derbasbûnê bide wê alîkar ji herêmên Helebê yên ku ji ber erdhejê wêran bûne re werin şandin.

(bb)

ANHA