Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa mexdûrên erdhejê yên li kantona Şehbayê şopand. Şandeyê banga vekirina deriyê sînor kir.

Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
Şandeya Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê şopand
10 sibat, 2023   14:13
ŞEHBA

Şande ji Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvn Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid û Hevserokê TEV-DEMʹê Xerîb Hiso pêk dihat. Şandeyê serdana mexdûrên erdhejê yên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li kampên Serdem û Berxwedan ên Şehbayê kir.

Şandeyê berî da konê sersaxiyê û ji malbatên qurbaniyên erdhejê yên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê re xwest.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de banga tevlêbûna kampanyayê alîkariyê hate kirin ku Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ragihandiye.

Her wiha banga vekirina hemû deriyên sînor hate kirin û hate gotin ku divê nakokiyên siyasî ji mijarên mirovî were dûrxistin.

Hevserokê Meclisa Herêma Efrînê Bekir Elo jî spasiya şandeyê kir ku piştgîr dide koçberên li kampan û mexdûrên erdhejê.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid di bin konê taziyê de, sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê yên ji xelkê navçeya Cindirêsê re xwest û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

Hemdan El Ebid bang li hêzên navneteweyî kir ku mijarên mirovî polîtîze nekin û xwest ku alîkariyên ji bo herêmên bakur û bakurê rojavayê Sûriyeyê bi taybet ên herêmên dagirkirî neyên astengkirin.

El Ebid, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Komkara Ereban û rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl a li hemberî erdhejê, neşandina tîmên rizgariyê ji bo herêmên wêrankirî şermezar kir.

Hemdan El Ebid anî ziman ku hêzên navneteweyî vetoya Rûsya û Çînê esas digire û ji bo razîkirina Erdogan hemû deriyên sînor ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re digirin.

Tê payîn ku şande serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bike.

(bb)

ANHA