Hejmara qurbanên erdhejê zêde bû: 16 hezar û 170 kesan jiyana xwe ji dest dane

Hejmara miriyên di erdheja ku navenda wê Mereş e, gihîştiye 16 hezar 170 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 64 hezar û 194 kesan.

Hejmara qurbanên erdhejê zêde bû: 16 hezar û 170 kesan jiyana xwe ji dest dane
9 sibat, 2023   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya miriyan û birîndarên erdheja ku navenda wê Mereş e giran dibe. Li Mereş, Dîlok, Semsûr, Meletî, Riha, Amed, Hatay, Osmaniye, Edene û Kilîsê bi hezaran kes di bin kavilan de li benda rizgakirinê ne û her ku diçe hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Li gorî rayedarên dewleta Tirk hejmara miriyan gihîştiye 16 hezar 170 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 64 hezar û 194 kesan.

Di heman erdhejê de li Sûriyeyê jî heta niha 3 hezar û 162 kesan canê xwe ji dest daye û 5 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Hejmara qurbaniyên li Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê gihîşt 19 hezar û 332 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 69 hezar û 429 kesan.

Bîlançoya erdheja li Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bîlançoya erdheja Maramarayê ya di 17’ê Tebaxa 1999’an de çêbûbû derbas kir.

Li herêma Maramarayê bi pileya 7.4 erdhej pêk hatibû û li gorî raporên fermî 17 hezar û 480 kesan canê xwe ji dest daye, 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûn.