Dewleta dagirker gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re asteng dike

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî gihandina alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî amade kirine, asteng dike.

Dewleta dagirker gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re asteng dike
9 sibat, 2023   09:55
MINBIC

Nûçegihana me ji herêmê ragihand ku alîkariyên ku wekî beşa yekemîn ji 30 tankerên mazotê pêk tê, beriya çend kêliyan gihaştin deriyê Um Cilûd ê bakur rojavayê Minbicê û li benda erêkirina desthilata Tirkiyeyê ne da ku derbasî herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî bên kirin ên ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtin.

Lê belê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, dewleta Tirk a dagirker destûra derbasbûna alîkariyan nedabû.

(cx)

ANHA