Li ser Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî tevegera balafirên dewleta Tirk a dagirker heye

Balafirên şer û yên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê rojavayê yê kantona Girê Spî digerin.

Li ser Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî tevegera balafirên dewleta Tirk a dagirker heye
9 sibat, 2023   09:17
EYN ÎSA

Ji saetên destpêkê yên vê sibehê ve, balafirên şer û yên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarê rojava yê kantona Girê Spî ya dagirkirî digerin.

Duh di saetên nîvro de jî balafirên şerê yên dewleta Tirk a dagirekr li ser Eyn Îsayê digeriyan.

(bb)

ANHA