​​​​​​​Çima dijberan li ser revandina ronakbîr Abdullah Ocalan li hev kir? – ÎLHAMÎ EL MILÎCÎ

​​​​​​​Çima dijberan li ser revandina ronakbîr Abdullah Ocalan li hev kir? – ÎLHAMÎ EL MILÎCÎ
7 sibat, 2023   00:49

Nêçîreke pir biha bû, lewma pêwîstî bi xefikeke piralî hebû û destê gelek hêzên veşartî jî di navde bû. Di nêçîrê de bi ser ketin û ew revand. Piştre wek diyariyekê radestî Tirkiyeyê kirin ku xwedî nasnameyeke têkel a ewropî û asyayî ye.

Nêzî çaryeka serdsalekê ye komployeke giştî ya piralî dest pê kir ku destê îstîxbaratên herêmî û rojavayî yên wekî CIA ya Amerîkayê û MOSSAD a Îsraîlê tê de heye. Di encamê de rêber û têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin.

Ev sazî li bendê bûn ku wî bigirin. Dema dîl girtin jî, hema radestî Tirkiyeyê kirin û wê jî xist Girtîgeha Îmraliyê ya li Deryayê Marmarayê. Ji wê dîrokê ve ango 24 sal in, desthilata Tirkiyeyê hovanetirîn cureyên êrîşên fîzîkî û derûnî li ser wî dimeşîne û tecrîdeke giran lê ferz dike da ku vîna wî bişikîne.

Lê vîna têkoşerê Kurd naşikê, ji ber ku xwedî vîneke xurt û zanabûneke kûr e. Dîwarên girtîgehê vegerandin navendeke wisa ku fikir û felsefeya neteweya demokratîk belavî seranserî cîhanê dike.

Pirsa mezin eve; çima hikumetên DYA, Rûsya, Yewnanistan, Tirkiye, Îtalya, Kenya û sîyonîst tevî nakokiyên di navbera xwe de jî, li dijî kesekî sivîl, xwedî vîneke xurt ku bi mafê gelê xwe yê jiyana azad li ser axa xwe û ramaneke afirîner û nûkirî ji bo berjewendiya gelê xwe û herêma xwe bawer e, li hev kirin?

Ji bo bersivandina vê pirsê, divê em li kurtejiyana kesayeta hedefgirtî û fikrên wî binêrin.

Abdullah Ocalan sala 1949`an li bajarokekî başûrê rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) li nêzî sînorên Sûriyeyê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî li gundekî Ermenan ê li nêzî gundê xwe temam kir. Dibe ku şêniyên wê yên resen Ermen bin, lê ji ber qirkirinên ku dewleta Tirk bi serê wan de anîne, terka gund kiriye.

Ermen êdî nemabûn, Ereb jî wisa. Dema Abdullah Ocalan li dibistana navîn dixwend, derbeya leşkerî ya 1960`î pêk hat. Di encamê de serokwezîrê Tirkiyeyê Adnan Menderes û hin hevalên wî hatin darvekirin. Derbe di jiyana Abdullah Ocalan de qonaxeke girîng bû. Bawer dikir ku artêş jêdera hêzê ye, ji ber wê xwest tevli artêşê bibe. Lê piştre fêm kir ku neteweya wî ya Kurd rê li pêşiya vê xeyala wî girtiye û nahêle cihê xwe di rêveberiyeke leşkerî de bigire. Ji ber wê zanistên siyasî xwend.

Sala 1968`an nakokiyên cuda; mîna îslama siyasî û çepgiriyê di serî wî de çêbûn. Lê piştre çepgiran bandor lê kir. Ji ber wê mîna gelek çepgiran hate girtin.

Abdullah Ocalan di 1973`yan de komeke serbixwe ava kir ku piraniya wan ciwanên çepgir bûn. Sala 1978`an jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ava kir. Di navbera salên 1979`an û 1999`an de Abdullah Ocalan hewl da îdeolojiyeke cuda û nêrîneke pêşerojî ji bo doza gel û xurtkirina partiya xwe ava bike. Abdullah Ocalan girîngî da avakirina baskê leşkerî yê partiyê. Piştî mezinbûna beşên partiyê, dest bi şerê çekdarî li dijî artêşa Tirk kir. Ji ber wê desthilata Tirkiyeyê ya partiyên rastgir ên şepêla îslama siyasî li dijî PKK’ê îdia derxistin ku ateîst e.

Abdullah Ocalan gelek pirtûkên felsefî, siyasî û ramanê nivîsandine. Di serî de Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk (5 cild) pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdan kir. Di Parêznameya 5`an de ku stûna menîfestoyê ye, pirsgirêka kurdî û çareseriya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Bi rêya wê pirtûkê em dikarin bêjin ku Abdullah Ocalan çareseriyên model, ne tenê yên girêdayî pirsgirêka kurdî, di heman demê de yên girêdayî pirsgirêkên gelên herêmê jî pêşkêş kirin.

Em wisa dibînin ku kurtejiyana Abdullah Ocalan ew qas dewlemend e, nîşaneya hebûna têkoşerek û ronakbîrekî taybet dide.

Komployê kesayeta serok û ronakbîrê neteweyî Abdullah Ocalan kir hedef da ku fikrên wî yên rizgariya Kurdan têk bibin, nehêlin Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixin û mîna gelên herêma Rojhilata Navîn di nava ewlehî, aştî û aramiyê de bijîn. Ramanên Abdullah Ocalan çareseriyên bingehîn ji aloziyên ku ji sedan salan ve li herêmê hene û derfeta jiyaneke birûmet ji gelên herêmê re peyda dikin.

Desthilata Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike û nîqaşkirina fikirandina serbestberdana wî bi temamî red dike. Ji ber ku ditirse eger bê serbestberdan wê fikr û felsefeya wî belav bibe û ev hebûna wî jî dê li ser projeya Osmaniya Nû ya mêtinger bibe xetere.

Di rewşek wiha de pêwîst dike ku gelên azadîxwaz, aştîxwaz û yên ku banga jiyana hevbeş dikin, siyaset û kiryarên rejîma Tirkiyeyê yên li dijî ronakbîrê neteweyî teşhîr bikin. Hevkariya bi dewleta Tirk re, di bêdengiya li hemberî tecrîda rejîma Tirk a li ser Rêber Ocalan de diyar dibe.

Ya balkêş ew e ku armanca hevkariya gelek pergalên ewropî, herêmî û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û bêdengiya wan a li hemberî tecrîdkirina rêberê neteweyî Ocalan ew e ku ji fikrên wî û projeya neteweya demokratîk ditirsin. Ew jî çareseriya herî guncaw ji bo pirsgirêka Kurd û gelên herêma Rojhilata Navîn e. Ev proje, derfetê dide pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Suryan, Çeçan û Çerkes bi hev re di nava azadiyê de bijîn. Her wiha derfetê dide wan ku baweriyên xwe yên olî pêk bînin û rêzê ji mîrasa xwe ya çandî re bigirin. Ev bi zelalî di pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xuya dibe.

Dibe ku wijdanê rojavayî yê hiqûqî ji xew rabe! Banga serbestberdana ronakbîrê siyasî bike ku doza wî ya yekane azadkirina gelê xwe ye ku di nava pencên nakokiyên hêzên navneteweyî de maye û tenê berjewendiyên wan ên li dijî mafên mirovan, xema wan a tekane ye.

(şx)