​​​​​​​QSD: Hêzên me ji bo alîkarîdayînê amade ne

Hêzên Sûriya Demokratîk sersaxî ji malbatên qurbaniyên li Mereş, Dîlok û herêmên din ên Bakurê Kurdistanê re xwest û piştgiriya xwe pê re nîşan da. QSD`ê diyar kir ku ji bo bandorên erdhejê li Sûriyeyê derbas bikin, ew amade ne alîkariyê bidin.

​​​​​​​QSD: Hêzên me ji bo alîkarîdayînê amade ne
6 sibat, 2023   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) ji bo mexdûrên erdheja ku li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê rû daye, peyama sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniya QSD`ê de hat gotin: “Em êşa gelê xwe li tevahî herêmên Sûriyeyê parve dikin, ji qurbaniyan re dilovaniyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Ji bo derbaskirina bandorên erdhejê li tevahî herêmên Sûriyeyê, hêzên me ji bo alîkdarîdayîna lezgîn û şandina tîmên rizgariyê ji bo herêmên zirar dîtine, amade ne.

Em sersaxiyê didin malbatên li Mereş, Dîlok û herêmên din ên Bakurê Kurdistanê û di vê dema zehmet de piştevaniya xwe bi wan re nîşan didin.”

(cx)