Hejmara qurbaniyên erdheja Bakûr-Tirkiye derket hezar û 121’an

Serokatiya Rêveberiya Rewşên Awarte û Afatê (AFAD) a Tirkiyeyê eşkere kir ku di erdhejê de heta niha hezar û 121 kesan jiyana xwe ji dest daye, 7 hezar û 634 kes jî birîndar bûne.

Hejmara qurbaniyên erdheja Bakûr-Tirkiye derket hezar û 121’an
6 sibat, 2023   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara qurbaniyên erdhejên ku îro li Mereş (2) û Dîlokê (2) çêbûn, her diçe zêdetir dibe. Li gorî agahiyên dawî yên AFAD’ê heta niha bi giştî hezar û 121 kesan jiyana xwe ji dest daye, 7 hezar û 634 kes birîndar bûne. Her wiha 2 hezar û 834 avahî hilweşiyane.

ANHA