​​​​​​​Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk banga baldariyê li şêniyan kir

Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk a Jinan ji malbatên mexdûrên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest û banga baldariyê li şêniyan kir.

​​​​​​​Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk banga baldariyê li şêniyan kir
6 sibat, 2023   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star û Platforma Çalakiyên Ekolojîk a Jinan bi daxuyaniyeke hevbeş sersaxî da malbatên mexdûrên erdhejê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest. Her wiha hêvî kir ku kesên di bin enqazan de mane werin rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em bang li aliyên têkildar dikin ku erkên xwe yên parastina jiyana şêniyan û ewlehiyan wan bi cih bînin. Her wiha em bang li şêniyan dikin ku baldar bin, ji ber ku îhtîmala erdhejên peyhate dewam dike."

(bb)