Ji ber erdhejê heta 9’ê Sibatê betlane hat ragihandin

Ji ber erdhejê Rêveberiya Xweser ji bo dibistan û saziyan heta 9ʹê Sibatê betlane ragihand.

Ji ber erdhejê heta 9’ê Sibatê betlane hat ragihandin
6 sibat, 2023   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku ji ber erdhejê û ji bo silametiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî sazî û navendên ku pêwîstiya wan bi karê domdar heye, tevahî dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser heta roja Pêncşemê 9’ê Sibatê dikevin betlaneyê.

Her wiha Rêveberiya Xweser banga baldariyê li gel kir.

(bb)